Li konsera Hîroşîmayê me hunermendê nemir Abdulwahid Zaxoyî bi strana wî ya bi navê “çavên te gelek mandî ne” bi bîr anî ❤️
Temamê stranê li ser kanala min a Youtubeyê ye. Kerem kin🍀👇
Em ê li Tokyoyê li van dîrokên li jêr de çend konseran pêkbînin🍀
8ê Gulan: Proto Theatre
22ê Gulan: Zanîngeha Sophiayê, Kampûsa Yotsuyayê.
19 Xizîran: SKIP City Sai no Kuni Visual Plazayê ye.
Mehmûd Berazî û
@sherohinde
vê carê jî strana bi navê “Li Herî Jorê” li pêşberê me ne.
Berazî, mûzîkên xwe zêdetir, wekî ku dengbêj dibêjin “bi hestên mêranî” ango bi dengê bilind û bigoşe bikar tîne. Ew jî zêdetir di stranên Botan û Colemêrgê da xûya ye.
Hunermendê mezin û qedirgiran
@sivanperwer_1
ji bo konsera me ya
#Wan
ê peyam şandiye, bi rastî ez hestiyar bûm🥹 Ev peyam ji bo min cihê şanazî û bextewariyê ye. Minetdar im🙏🏻
❤️
@erika_tav
💐
Kürt müziğinde iki hafta içinde 1 milyondan fazla tıklama alan şarkıcılar var: Sertaç Dilda ve abisi Hozan Aytaç, İsmet Jiyan, Xecê Herdem, Leyla Göktürk... Bu müzik tarzı genellikle bir dönemin Denge, Evîn, Dîjle vb. Kürtçe-Türkçe TV kanallarından sonra iyice popülerlik kazandı.
Van rojên hinde nexweş da em bûne hevparê gelek kul û kovanên heval û hogir û cînarên xwe. Di nav wan da dengbêjên me jî hebûn mixabin. Li Amedê Mihemedê Nenyasî û Zîlan Tigrîs di bin kavilan de man û koça dawî kirin. Û niha jî xeberê mirina dengbêj Fikrî Kaya hat.Serê me sax bît
Klîba strana
@muraddemirrrr
ya bi navê “Şemzîna” derket. Li herêma Şemzînan ev stran bi forma şeşbendî tê nav kirin. Siheta Murad xweş stran xweş çêbû ye. Lê Demîr, ev klîba 3yem e ku eynî konseptê ve çêdike. Yanî orkestrayek û kemanjenekî sereke hevalîya vokala Demîr dike.
Em ê 8-9-10-11yê Cotmehê 4 bajarên Japonyayê (Saîtama, Kyoto, Osaka û Hîroşîma) çend konsêrtan pêk bînin. Em li benda dostên xwe yên Kurd û Japon in 🍀🤗
@erika_tav
🌸
@junkawasaki9
🍀
Dawetek ji geverê li gundê Şûkeyîyan.
Hûn dibînin ku jin û mêr cûda dileyîzin, ji ber ku “cergebez” nayê kirin. Li herêma Colemêrg piranî cergebezê nakin. Eger jin û mêr bi hev ra bileyîzin wê demê “cergebez” heye. Hebûn û nebûna cergebezê bi “heram” û “helalê” ve girêdidin.
Strana
@ahmetkaya_dr
ya ‘Birao’ guhdar dikim. Kaya, di meha nîsanê de 5 stranên nû weşandin. Favoriyên min ‘Birao’ û ‘Min ê Bigota’ ne. Di strana ‘Birao’ de Kaya, koroyek biçûk lê dengekî qawet bikar anîye û hinek cîhan de jî vokalên
@taramamedova
yê reng daye stranê û zor xweş e
Kurtevîdyoyek ji konsera Japonya.
Me strana hunermendê nemir Abdulwahid Zaxoyî got. Hêvîdar im bi dilê we bît.🍀
Êdî lînka kanala min ya youtubeyê jî heye û li ser bioyê ye. Hûn dikarin bibin abone jî :)
Rojnameya Tokyoyê ya bi navê “Tokyo Shinbun”ê û rojnemeya bajarê Kyotoyê cih daye konsêrtên min yên 8ê Cotmehê pêve (9-10-11 Cotmeh) û bi kurtasî behsa muzîka Kurdî jî kiriye🍀
Sanırım Ebdulla Peşêw’in şiirlerini Kamkarlar kadar iyi besteleyen ve yorumlayan başka bir müzisyen grup yoktur. Şahane sesiyle Meryem İbrahimpur şiire şairâne bir yorum katmış. Ayrıca şarkının genelinde farklı(Kamkar müziğinde yeni)bir ritmik yapı hakim. Yaylılar deseniz, şahane
Silav hevalan, evşev ez û
@ekoyildiz
bi bernameyeka nû ya bi navê “Selîqe” dê pêşberî hewe bin. Li derbarê muzîka Kurdî de em ê her hefteyê li ser mijarekê li gel hewe bin. Hûn dikarin sihbeta me li ser kanala
@BotanInt
ê temaşe biken. Hêvîdarin ku bi dilê hewe bît.🌾
Gitarda Cûdî Hemo (gitar icrâsını çok severim), hemen sağında müzisyen Nîwar İsmet ve güzel sesiyle Revîn Halabjaye’den “Haji Mriam” şarkısını dinliyorsunuz. Hepsi de kendi alanında başarılı müzisyenler. Zaten müziğin güzelliğinden de anlayacaksınız. Severim böyle ortamları :)
Îro 50 salîya hunermendê mezin Şivan Perwer e. Ji Şehram Nazerî heta Dilşad Seîd û Dîyar û heta Bîjen Kamkar vîdyo amade kirîne û 50 saliya hunera Perwer î pîroz dikin.
Şivan Perwer di muzîka Kurdî ya popûler de bi tena serê xwe ekolek ava kir.
@SivanPerwer50
Bu oyun hem aşağıdaki gibi hem de arka arkaya dizilmiş karşılıklı iki grup halinde, birbirlerine sopayla vurarak oynanır(eskiden sopa yerine hançerle oynanırdı, Nasturiler de dahil). Hakkari ve Çukurca’da “Dimdim”, Gever’de “Endelîk”, Şemdinli’de ise “Rîvî/rovî” olarak bilinir.
Û her dîsa çend roj berî niha
@PervinChakar
ê “Heyran Jaro” li ser platformên mûzîkê belav kir. Pervîn xanimê di vê heyranokê da dengê xwe berdaye û çend cihan de dengên koma, yan jî motîfên mûzîka Kurdî nîşanê me dide. Wan motîfan zêdetirîn dengên pes de mirov dide hîs kirin💐
Gelek spasiya kek Ferdî Sak dikim ji bo vê nûçeya xweş û gelek spasî bo xebatkarên
@RudawKurdi
yê. 🍀
Hunermendê Kurd li 4 bajarên Japonyayê konser saz kirin
@PervinChakar
ê strana Kamkaran ya ku bi helbesta şa’irê gewre Ebdulla Peşêw ya bi navê “Newrozî 1979” hatiye beste kirin bi şîroveyekî serkeftî gotîye.🌸Awazçêker Erselan Kamkar û xwanende Meryem Îbrahîmpour e; lê bi rastî jî Pervîn xanimê bi vê performansê alternatîfek çêkir👏🏻
1- Düzele, genellikle İran ve Irak Kürtleri arasında ve Türkiye’de de yalnız Şemdinli’de icra edilen çift kamışlı ve her birinde karşılıklı 6 deliği bulunan nefesli bir çalgıdır. Günümüzde pek rastlanmasa da düzelenin turna(Quling) kuşunun bacak kemiğinden yapıldığı da bilinir.++
“Ey karker û xebatkar
Bes e dem hatiye rabin
Ta kengî emê karkerê axa û bega bin
Ta kengî emê hestiyê ber lingê seya bin
Ta kengî emê kole û rezîl û ruswa bin”
Cegerxwîn
#BijiYekGulan
✌️
Muzîkjenê Japon Jun Kawasaki gotarek li ser konsêrta min ya Japonyayê û çavdêrîyên xwe yên li ser muzîka Kurdî nivîsiye.
Kawasaki, gelek muzîkjenekî jîr e.
Niha jî li ser dengê min (me ji bo wî 15 stranên Kurdî qeyd kiribûn) operayek bi navê “Operaya Ewrasyayê” amade dike🙏🏻🍀
Ji organîze kirin û heta piyano û stran gotina Kurdî
@erika_tav
yê alîkarîya min kir û kedek mezin da. Ez gelek spasdar im🌸🙏🏻 Konser bi te xweş û rewş bû Erîka ☺️💐 û ez gelek spasiya beşdarên Kurd û Japon dikim, me bi hev ra şevekî xweş bihorand, mala wan ava❤️
Min lînka bileta konsera me ya
#Wan
ê deyna jêrî 🤗👇 Ji kerema xwe biletên xwe ji vir bistînin, bîr nekin 🤗🫶
Piyano:
@erika_tav
❤️
Çello:
@RusenArslanargu
❤️
Berî çend salan me operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bi wergera seydayê hêja
@KawaNemir1
a bi Kurdî li Hollandayê leyîstibû. Bila ev jî diyarî bît bo zimanê Kurdî ❤️
Nasturiler Kürt Hıristiyanları değil, Asuri’dirler. Aşiretleri de Cêlo, Bazî, Dîzê, Tiyarî ve Tixûbî’dir. Geri kalan Nasturîler de (Yüksekova ve Şemdinli) aşiretsiz; yani reayadir. Dilleri Asuricedir. Kürtçeyi de çok iyi konuşurlardı. Hakkari’de hâlâ Asurice ezgiler icra edilir.!
Li aliyekê govenda jinên Kurdên bakur(Gever) li aliyê dî jî halparkeyî zelamên Kurdên rojhelatê(tehmîna min Kirmaşan e). Çanda Kurdan de govend/halparke bi avayekî micidî û bi dîsiplîn tê leyîstin. Bawerim leyîzên çi miletan wekî yên Kurdan wisa birêkûpêk, coş û bi ‘ezamet nîn in
Cejna zimanê Kurdî, bi xemla kiras û fîstanên Kurdî û bi govendek resen ya Geverê ve pîroz bît.
(Ji arşîva min, 2018 li Geverê gundê Şûke)
#CejnaKurd
î
#CejnaZiman
êKurdîPirozBe
Dengê Sakîna Teynayê çend li şevan tê. Mirov li seranserê cîhanê digerîne û carek dî vedigerîne ‘erdê mirov lê.
@sakinateyna
û dengê xwe her bimînin🍀
Etnomûzîkolog Serdar Canan dê 28ê Îlonê li ofîsa Botan Internationalê ya Diyarbekirê,dersa Nefes û Dîksiyona Kurdî bide.
@SrdrCnn
Ev kargeh bi hevkarîya
@RSF_inter
ê tên lidarxistin.
Radyoya Mundofonias ku li spanyayê û 18 dewletên cihê weşanê dike û muzîkên cîhanê radigihîne guhdarên xwe cih daye min û ez jî tevlî vê weşanê kirime❤️🍀
@mundofonias
🫶
Diyarbakır otogarında bu tür durumlar varmış arkadaşlar. Özellikle yaşlı ve hasta insanların çevre illere gitmeleri için özel aracında yer olan arkadaşlar otogaralardan geçsinler, bu insanlara yardımcı olsunlar.!!!!
Hunermend Serdar Canan: Bila dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin
Serdar Canan daxwazê ji dê û bavên Kurd die ku di dersa bijarte de çi kurmancî çi jî Zazakî be.
#DersaKurd
î
#Kurd
îHilbijêre
#Ziman
êKurdî
Ji bo pêşkêşkarîyeka baş divê hûn bi dengê ji dîyaframê biaxivin…
@MehdiMutlutv
egzersîz nîşanî beşdaran kir.
Ev kargeh bi piştgirîya
@EEDemocracy
hatiye pêkanîn
Ez gelek spasiya
@ChalakEventsWan
ê û xîretkêşên wê dikim ku şeveka xweş bo me organîze kirî û em mêvan kirî, mala wan ava❤️
Gelek spasiyên xwe li bîneran dikim ku em tenê nehêlan û daxilî suhbeta me bûn, hûn her hebin 🙏🏻
Û gelek spas bo
@SanoWan_
ê û xebatkarên wê, her bijîn 🍀
Ez roja 23-24ê Mijdarê li Dîyarbekirê
@BotanInt
ê me. Hûn jî kerem kin bibin mêvanê Botan Internationalê da ku em dêna xwe bidin ‘emilandina nefes û dîksîyona xwe.🗣
Botan International dê bi hevkarîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di 23-24ê Mijdarê de Kargeha Ewlehîya Dîjîtal û Nefes û Dîksîyonê pêk bîne.
Serdar Canan dê dersên nefes û dîksîyonê bide.
@SrdrCnn
@PervinChakar
ê strana Kamkaran ya ku bi helbesta şa’irê gewre Ebdulla Peşêw ya bi navê “Newrozî 1979” hatiye beste kirin bi şîroveyekî serkeftî gotîye.🌸Awazçêker Erselan Kamkar û xwanende Meryem Îbrahîmpour e; lê bi rastî jî Pervîn xanimê bi vê performansê alternatîfek çêkir👏🏻
#biamag
"Kürt müziği için teorik çalışmalara ihtiyaç var"
👉🏼 Canan, Japonya’da yaşayan Kürtlerle ilgili araştırma yapmak üzere gittiği ülkede çeşitli konferanslar ve müzik dinletileri verdi
🎙️
@ademoezguer
, etnomüzikolog
@SrdrCnn
'la söyleşti
Beyanî baş,
Îşev saet 21.00ê Ewrûpayê û 22.00yê KURDISTANa gewre û Roma Reşa bênomos,
@SrdrCnn
mêvanê "Sîwan"ê ye. "Sîwan" li ser Stêrk TVyê ye.
"Sîwan" warkoza zîrekên neteweya KURD e.
Bo beşên "Sîwan"ê hemûyan berê xwe bidine kanala min a YouTubeê!:
Selîqe 5, beşa dawî li ser kanala min e. Wekî ku
@ekoyildiz
bi selîqeya xwe ya xweş dibêjît “vê hefteyê em ê behsa babeteka gelek serincrakêş biken” :) Bîner û abone bin☺️🍀
Kurtefîlmê bi navê “Muzîka li Pişt Sînoran” ya ku derhêner
@ekoyildiz
û senaryonivîsê wê
@MiradBayram
e temaşe biken. Çîrokekî serincrakêş e🍀
Muzîka wê ya jenerîkê jî min çêkiribû ☺️ yekem car e ku min ji bo fîlmekî muzîk çêkirî. Hestekî ‘ecêb e :)
Albûma
@ahmetkaya_dr
derket. Bi rastî jî ez li bendê bûm. Min duh û îro jî guhdar kir. J’xwe selîqeyeka mûzîka rêzdar Kaya heye û xwe nîşan dide, di vê albûmê de mînak “Şervan”, “Qera min”...Lê bi ya min du helbestên Fêrîkê Ûsiv “Meçe û Kewkubara min” bi awayekî arabesk çêbûne Û+
Selîqe-3 li seet 20:00an da li ser kanala min ya youtubeyê ye. Mijara vê hefteyê
@ekoyildiz
ji we ra dibêje, hewce nîn e ez dubare bikem :) Bîner bin🍀
Lînka kanala min li jêr e👇
Ez jî gelek spasiyên xwe li
@ChalakEvents
ê û xîretkêşên wê dikim, hûn her çalak bin🍀🫶Gelek spas bo beşdaran ku tehemila me kirîn, mala wan ava🙏🏻❤️û gelek spas bo hemkara min Kulîlkê
@ccottonflowerr
ku moderatorîya me kirî💜 û gelek spas bo mazuvaniya xebatkarên Nînovayê🙏🏻
Çend wêne ji Sihbetên Çayê ya heftemîn bi etnomuzîkolog û muzîkjen Serdar Cananî.
Bernameyekî têr û tije bû û gelek xweşik bû.
@SrdrCnn
&
@ccottonflowerr
“Kürt Kültür Derneği aracılığıyla en kısa sürede Dışişleri Bakanlığı'na dilekçe vereceğim. Kahramanmaraş’a bağlı Pazarcık ilçesi ve Adıyaman’a bağlı Gölbaşı ilçesinde bu malzemelere acil ihtiyaç duyuluyor. ÇADIR ve ISITICI… Soğuk hava büyük problem.”
Performansekî balkêş ji
@sakinateyna
û li gel Golnar Shahyarê.
Muzîk bi awayekî kaotîk dest pê dike û bi dengê Sakîna û Golnarê jî dibe îsyana jinan. Stran bi zaravaya zazakî ye lê orkestrasyon û vokal evqas bihêz e mijar ji ziman derdikeve û difire.💫
Cara yekem e ku ez xwe di nivîsekê de dibînim. Bi rastî ji bo min hestekî gelek ‘ecêb û cihê kelecaniyê ye.
Lê wexta ku ew nivîs ji dilê Înan Eroxlu ve darijîyabe ser kaxezê kelecanîya min qat bi qat dibe. Tu û dilê te her li gel me bin
@inanoloo
🍀🙏🏻
📍"Christopher Nolan bi awayê ewil dike. Di nav aliyên baş de li xirabiyê, di nav yên xirab de li başiyê digere. Di nav failan de li mexdûrekî, di nav mexdûrekî de li failan. Qehremaniya di xiyanetê de, xiyaneta di qehremaniyê de."
✍️ İnan Eroglu nivîsî
Sê ehmeq hene li dinê;
Yêk ewe berxî berdidete bin bizinê
Yê dî ewe binevrazî dikêşît cigara tûtinê
Yêk jî ewe ku mala xwe bar diket dibete rex mala babê jinê.
#Gotin
ênPêşiyan
Hosta necar razê wekî her car, xwedê yek e dergeh hezar.
Kevirê havînê biavêje kadînê
Bêyî hostayekî neçe çiyayekî
Bêyî kizîr neçe dîwana mîr
Aqil taca zêrîn e di serê her kesî de nîn e
Mala pîrê gora pîrê
Gur oxir meriv nebîne çêtir e
Behs gur e gur hazir e
#Gotin
ênPêşiyan
@LawjeOfficial
strana Sulavê weşand. Hem pirdengîya bê enstrûman, hem jî cîhê ku têda goti hevayekî rîtûelî yê daye stranê. Di benda 2yê da dengê Elî êdî d’gehîte erş û elayê û mirov jî l’gel xwe d’bet. Performansa Îmran, Serhat û Îbrahîm jî wekî mûzîka Cantus Firmusê ‘ezamet e🌾
HUNER - SERDAR CANAN / RESUL BAFEYÎ
Ji bo em bi hev re demên xweş û geş derbas bikin me dest bi bernameya çand û hunerî 'Huner'ê kir.Îşev saet 8ê de em ê bi mêvandariya Hunermend Serdar Canan û Resul Bafeyî li pêşberî we bin.
@msdgvr
@Resulbafeyi
@SrdrCnn
Di vê beşa Kurt û Kurmancî da mêvanê Gernas Nenas etnomuzîkolog Serdar Canan e. Beşeka têra xwe tije dê roja duşemê bi we ra be. 😍
#SerdarCanan
#Kurt
ûKurmancî
#WaarKurmanc
î
Min j’nû guhdarîya albûma
@harunelki
kir. Bi rastî sound û mûzîka wî gelek ‘ecêb e, l’ser standartên rock a navneteweyî ye wekî Coldplay, Metallica û hwd. Li nav rock a Kurdî de soundên xweş hene bêguman, lê bi ya min Harûn bi dengê xwe yê ‘ezamet vê meseleyê radike qonaxek dî.👏🏻
Ser sala we pîroz diken!
Strana me îşev saet 21.00an de wê li ser kenal a
#LaWje
a youtube wê bihêtin parvekirin!
Ji me diyariya serê salê ye ji bo we :)
🌿
@sakinateyna