Zana Farqînî Profile Banner
Zana Farqînî Profile
Zana Farqînî

@Farqiniz

14,127
Followers
397
Following
88
Media
5,311
Statuses

Navê zimanê min ji navê hebûna min tê. Ecibandina twîtan ne nîşana beşdariya li fikiran e.

Joined September 2022
Don't wanna be here? Send us removal request.
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Li ser daxwaz û handana hevalan me îroj ji bo bernamzediyê serlêdana xwe kir. Êdî teqdîr a desteya hilbijêr e. Di vê rêyê de ji me hemûyan re serkeftin.
Tweet media one
308
206
2K
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Gelî hevalan silav, ez niha tenê agahiyeke kurt bidim we hêjayan. Navê min di lîsteyê de nîn e. Serkeftin bila ya gelê me be.
203
74
1K
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
1) Ji ber destek û piştgiriyê, mala we hemûyan ava. Ez dizanim ev piştgirî di heman demê de ji bo bilindkirina qedirê zimanê kurdî ye. We bi hestên xwe ezima min a xebatê hîn xurttir kir. ++
66
78
984
@Farqiniz
Zana Farqînî
8 months
Ên ku nedizanîn va bixêra bernameya we jî hîn bûn. Siheta we xweş be.
@GernasNenas
Gernas Nenas
8 months
We dizanibû Zana Farqînî stranbêj e? :)) #zanafarq înî #GernasNenas #PencereyaBakur #KurdishSong
21
55
622
29
47
710
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Newroz çi ye? Newroz ev ruh e ku li Amedê xwe dide nîşandan. Newroz li me hemûyan pîroz be.
Tweet media one
7
35
711
@Farqiniz
Zana Farqînî
7 months
Fermo, tevahiya strana "De bi lo lo" ku di pernameyê de nebû. Spas gelî hemû ekîba Pencereya Bakur.
30
57
675
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
2) Rexne û gazin, dê hebin û ev mafê her takekesî ye. Di vê rêyê de eger dilmayîn çêbe jî divê xeyd çênebe. Em bi gelê xwe re ne û serkeftin a me ye.
37
41
627
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Ez kurt û kurmancî bibêjim: Ez di bextê we de me, miemeleya ferhengê bi min nekin...
39
35
523
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Ez hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê birêz Cemîle Turhalli û Kerem Firtina pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ji bo komîsyonê çi ji destê min were ez dê bikim û bibim alîkar. Bi raman, pêşniyaz û piştgiriya we hêjayan jî ew dê xurt bibe û bi pêş bikeve.
24
42
511
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Rewşa me ya kambax: Berê me bi tirkî ji hev fehm nedikir, îroj jî em bi kurdî ji hev fehm nakin.
26
57
490
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Em bi qasî dê û bavê xwe, zarokên me jî bi qasî me bi zimanê xwe nizanin. Zimanê me bûye wekî berfa li ber baranê.
17
67
468
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Eger rewş wiha dewam bike û em dest nebin xwe û li xwe venegerin, em dê hêdî hêdî bibin kurdên tirkîaxêv. Ez bi xwe bi vê ne qayîl im û divê ku kurd bi kurdiya xwe, bi zimanê xwe hebin.
15
64
471
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Ha ji we re surprîzek. Piştî salên dûr û dirêj Îbrahîm Rojhilat li dawetekê ez derxistim ser sehneyê û me bi hev re straneke Koma Çiya "Porê Xerîba Min" got. Beşek jê stranê.
19
25
458
@Farqiniz
Zana Farqînî
6 months
Namzetino, dempartîno ev çi ye ku hûn parevekirinê xwe wisan bi giranî bi tirkî dikin? Çi bi kurdî hatiye ku wisan bi we tehl e? Hilbijêrino, raya xwe bêberdêl nedin. Kesên bi zimanê we bi we re nepeyive, bi wan qayîl nebin, bibêjin wan “Berdêla raya min, ziman û xwebûna min e”.
28
89
437
@Farqiniz
Zana Farqînî
4 months
Bi xêra Amedsporê îroj kêf kêfa me ye. Bijî Amedspor û rêya şampiyoniyê li ber te vekirî be.
Tweet media one
2
24
433
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Me îroj li Stenbolê Newroz pîroz kir, Newroza we jî pîroz be.
Tweet media one
Tweet media two
12
17
424
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Ji civîna me ya Wanê ya li ser Ferhenga Rastnivîsînê.
Tweet media one
32
23
429
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Xebata me ya li ser rastnivîsîna peyvên kurmancî berdewam e. Li Amedê em pênc rojan li ser rastnivîsîna peyvan xebitîn, me qirik û gewrî jî di ber zimanê xwe yê şîrîn de li hev qetandin. Ev dîmen ji vê xebatê ye.
Tweet media one
43
36
387
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Tweet media one
2
6
372
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Endamên pêşî yên Koma Çiya (du kes ji wêne ne tê de). Koma me berî ku Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ava bibe hatibû avakirin û piştre tevî NÇM'yê bû. Ev dîmen ji sal 1991'ê ye. Me bi hev re kaseta pêşî ya bi navê Rozerîn derxist.
Tweet media one
15
15
372
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Stêrkeke din jî ji esmanê me xuricî. Lê tu yek ji wan stêrkan î ku we nav, deng û şop li dû xwe hiştin. Oxir be...
Tweet media one
5
15
370
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Ji sala 1992'yan, kaseta bi navê Rozerîn.
18
24
366
@Farqiniz
Zana Farqînî
9 months
Kurd û kurdî wekî goşt û hestî. Raman, bawerî, armanc û îdeolojî çi dibe bila bibe doza xwe, têkoşîna xwe bi zimanê xwe bike. Zimanê te navê te ye, navê xwe neguhêre.
13
60
354
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Ji sala 1992'yan, kaseta bi navê Rozerîn.
13
15
339
@Farqiniz
Zana Farqînî
4 months
Hezkiriya dilan Navê te ye li ser zimanan. Bijî Şampiyon Amedspor...
Tweet media one
2
28
352
@Farqiniz
Zana Farqînî
8 months
Ez ê jî li hêviyê bim...
@GernasNenas
Gernas Nenas
8 months
Yek ji bernameya herî zêde min kêf jê girt ev bername bû, civata Zana Farqînî têra xwe xweş bû. Li bendê bin. 😍
2
26
353
1
24
341
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 month
Em çar rojan li ser rastnivîsîn û guhartoyên peyvan xebitîn...
Tweet media one
21
22
350
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Gelê min tu mezin î. Tu natewî, ditewînî. Spas ji te, ji vîna te, serketina te û şaredarên te re.
2
26
343
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 month
Em bi te serbilind in ku te ji me re rê vekir û em jî dûajoyên wê rêya te ne...
Tweet media one
4
29
346
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Cejna zimanê me li me pîroz be.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
6
37
321
@Farqiniz
Zana Farqînî
4 months
Bijî bijî her bijî Amedspor tu bijî Bî bî, jî jî Amedspor her bijî
Tweet media one
1
19
324
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Zimanê te navê hebûna te ye.
5
44
315
@Farqiniz
Zana Farqînî
17 days
Xwelî li serê wan kesan be ku li xwe nabin xwedî, lê serê xwe di ber xelkê de dişikênin. Pêşiyên me ji bo kesên wiha, ev gotiye: Kuştiyên di ber xelkê de.
8
28
324
@Farqiniz
Zana Farqînî
6 months
Kurdî serbest e, şano jî azad e, lê ne ya min...
3
29
313
@Farqiniz
Zana Farqînî
7 months
Li Amedê, li mala Mamosta Mîkaîl.
Tweet media one
9
6
307
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Li ser pirsa hevalan, min divê diyar bikim ku heta niha sê ferhengên min ên ji hev cuda ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine weşandin. 1) Ferhenga Mezin a Tirkî-Kurdî, 2000 2) Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî, 2004 3) Ferhenga Navincî a Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî, 2007
Tweet media one
8
30
310
@Farqiniz
Zana Farqînî
11 months
Li Farqînê gotinek heye, dibêjin "Tu were dewê min bikule ez ê herim dewê Mala Mîran bikulim." îcar rewşa me ne ev e jî, me dev ji ya xwe berdeya û em bi pey derd û kulê xelkê ketine.
19
35
294
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 years
Ji bo keda her kesî spas.
Tweet media one
18
8
290
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Ev kaset a 32 sal berê ye. Êdî ji bo min jî bîranînek e.
8
17
297
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
JI BO RAYA GIŞTÎ 1) Ji bo Meclisa Partiyê ya HEDEP’yê teklîf li min hat kirin, lê ji ber karê xwe min qebûl nekir. 2) Her du hevberdevkên komîsyonê cihê cihê telefonî min kir, destek û alîkarî xwastin. 3) Madem mesele ziman e, loma nedibû min xwe bida paş.+++
18
22
284
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Ji me pirsa peyvan dikin, em bersiv didin jî ji wan nafilitin. Îcar dibêjin "te virek kir ka şahidê xwe jî bibêje." Heyran şahid ferheng û berhemên kurdî ne, ne kurmancî tenê ha. Ev jî ne bes e, etîmolojiya wê jî dipirsin. Ma ez ulemayê cîhan im ku her tiştî bizanim?!
23
17
292
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Ez ew qas li kurmanciya "bilim kurgu"yê digeriyam, va min dît: Ezmana Zanistî!.. We got erê?
@xecedasxin
….
3 months
Kurdên ku ji nivîsandina tirkîtî derbasî Kurdî dibin, bi xwe ra tiştên ecêb tînin.
Tweet media one
17
6
151
35
25
288
@Farqiniz
Zana Farqînî
22 days
Pêşî em bi nîşana xwebûna xwe, bi zimanê xwe hene. Zimanê me navê hebûna me ye.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
2
40
296
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Em ê sibehê li Farqînê bin. Ez pir kêfxweş im ku cara ewilî ye li bajarê xwe wek panelîst tevî bernameyekê dibim, hem jî li ser zimanê kurdî. Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.
Tweet media one
6
24
289
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Zimanê me jî li me bûye giyayê hewşê...
14
19
278
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Asîmîlasyon ne tenê qedexekirina zimên e. Berevajîkirina rastiyan e, leyîstina bi hiş û mêjiyê ye. Di nav etnîsîteya serwer de jî şêwandina kesan û li wan sepandina nasnameyeke nû ye.
0
50
289
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Li ser daxuyaniya min a der heqê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê de, bi rastî hineken tam ji tehmê derxistiye. Gotinên layîqî xwe kirine. Naxwazim yeko yeko bersiv bidim. Rexne bikin, xwe nerazî bikin, qebûl nekin û... Lê gotinên tehl û islûba giran, wesfê xwediyê xwe nîşan dide.
15
14
265
@Farqiniz
Zana Farqînî
8 months
Min ji we tika ye, gava hûn pirsekê dikin min etîket nekin. Ma ferheng ji bo çi hene? Li wan binêrin, eger tiştê hûn lê digerin nebû hîna bipirsin. Ez her tim ne li ber kompîterê me û min heta niha pirsa kesî jî bêbersiv nehiştiye. Ji kerema xwe hûn jî piçekî serê xwe biêşînin.
11
16
270
@Farqiniz
Zana Farqînî
4 months
Sînorê te bila zimanê te be, lê devoka te bila ne sînorê te be.
1
32
273
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Meseleya zimên li min tenê nemaye û ji kerema xwe vî barê giran neqelêbin ser pişta min. Ne min ev kar qebala girtiye ne jî ez ji bo xebata zimanê kurdî hatime wezîfedarkirin. Bersiva her pirsa li ser kurdî li ba min nîn e. Axir ez jî li dû peydakirina bersivan û peyvan im.
14
14
263
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Ma kê dîtiye û kî bîna ye ku tariyê zora roniyê biriye? Ma kî dibêje ku heq li ber neheqiyê serî tewandiye? Ma kî dikare aşkera zilmê biparêze û li dijî mafdaran tê bikoşe? Tevî hemû tehde, girtin, qedexe û astengkirinan jî hebûna me nîşana serkeftîbûna me ye.
5
44
263
@Farqiniz
Zana Farqînî
6 months
Ji bo Roja Zimanê Dayikê em îroj li Çewlikê bûn. Ji ber lidarxistina vê çalakiyê û keda kesên amadekar ez spasiya wan hemû hevalan dikim. Rojeke xweş bû. Malî ava Çewlik.
Tweet media one
5
20
262
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 years
Nostaljiyek yazdeh sal berê ji bernameya Kek Fehîm.
@Fehim_Isik
Fehim Işık
7 years
6 sal berê bû. Zana Farqînî li Çandiyarê "Kilama Kalo" ji me re gotibû. :)
6
53
207
13
25
255
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Me duh li Wanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Gelek spas Baroya Wanê, Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroyê û beşdarên hêja. Çalakiyeke xweş bû.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
4
17
253
@Farqiniz
Zana Farqînî
7 months
Li Amedê, di gel Bahoz Baran, li ser Pira Merwaniyan (Dehderî) û li pişt jî sûrên Amedê.
Tweet media one
4
4
252
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Eger bala we bikêşe, min li ser "spas"ê nivîsî. Xwendin jî kêfxweşî ye...
Tweet media one
10
29
255
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Hevpeyvîna ku Îrfan Aktan bi min re kiriye. … @artigercek
9
33
252
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Erdnîgariya min navê min e. Farqîn...
6
12
246
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Kurdbûn jî, kurdî jî kirasekî ji hesin e. Hem teng e, hem giran e hem jî diêşîne. Eger mirov jê ne haydar be, rast e ku gelek dijwar e. Lê yê bi zanebûn ew li xwe kiribe, minetê ji tu tiştî jî hilnaîne.
6
29
246
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Kerem bikin, guhdarîkirin jî kêfxweşî ye.
@podcastkurdi
Podcast Kurdî
3 months
Zana Farqînî: Dê û bav divê pêdiviyên zimane dayikê xwe bêpar bikin "Kurd niha du alfabeyan bi kar tînin, pêwîste kurd dev ji zimanê du alfabe berdin û derbasî alfabeya yekane bibin" @Farqiniz
3
15
84
4
23
248
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Uslûba mirov karakterê mirov nîşan dide.
5
21
247
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
1) Serpêhatiyeke min a Koma Çiya. Di 1991'ê de, li Enqereyê di Kongreya HEP'ê de, ku em wek Koma Çiya beşdar bûbûn, ji ber axaftin û gotina kilameke eviniyê doz li min hat vekirin. Pêşî bi madeya 125'an a îdamê, paşê bi qanûna têkoşîna dijterorê hatim darizandin û min ceza xwar.+
Tweet media one
6
7
240
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Rastî tehl e û yê rastiyê dibêje jî tehlo ye.
14
17
237
@Farqiniz
Zana Farqînî
4 months
Ez li hin nîqaşan heyirî dimînim ku kurdbûneke bêyî kurdî tê parastin. Encama ez jê derdixim ev e: duh ez kurd bûm, îroj ez bi esilê xwe kurd im (ziman ji dest daye), sibehê ez hest bi kurdbûna xwe nakim (hesta aîdbûnê çûye). Hûn xêr ji bazara xwe bibînin!
14
37
240
@Farqiniz
Zana Farqînî
4 months
Başak Demîrtaş yek ji wan sembolên me ye ku em bi wan serbilind û şanaz in. Bêrêzî û zimandirêjiya li wê tu car nayê qebûlkirin. Ew nemirov divê bizanin ku kurd li xwe, li nîşaneyên xwebûn û hebûna xwe her tim dibin xwedî. Em bi rûmetên xwe hene.
2
15
236
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 months
Tiştê herî zor û ne xweş ew e ku mirov hebûna xwe bi redkerên xwe bide îsbatkirin.
8
28
234
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Ev çend roj in em li ser standdarkirina zimên dixebitin. Mijarek jê jî zayenda peyvan e ku hin herêm ew ji hev cuda bi kar tînin. De îcar ecêba giran ew e ku li Behdînan eger riz/birinc û savar/bulxur nepehtî bin nêr û eger pehtî bin mê ne. De were safî bike...
41
13
233
@Farqiniz
Zana Farqînî
4 months
Civakeke ku kesatiyên xwe yên şophiştî ji bîr neke, wan tim yad bike û bide ser rêya wan, ew civak dê mirad bi armanca xwe bike. Spas ji bo amadekar û kedkarên vê şeva bibîranînê, çalakiyeke hêja û xweş bû.
Tweet media one
Tweet media two
1
24
233
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Ez carinan li vê platformê nivîsarên bi tirkî yên xweş û balkêş ên rewşenbîrên kurd dixwînim û heyfa xwe li wan tînim bê çima ew bi zimanê xwe jî nanivîsin. Ji lew re çendî bi tirkî dinivîsin jî, bi piranî xwînerên wan kurd in. Nexwe çima bi zimanê xwe xizmetê ji xwe re nakin?
11
36
229
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Cejna we hemûyan pîroz û bi xweşî be.
14
6
230
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 months
Ez ji rexne û nîqaşê re heme, lê bi şertê ku mirov xwedan nezaket, biuslûb û nefsbiçûk be. Karê min bi kesên xwenezan, qure, kuşpene û bêsewiye re nîn e. Her wiha ji îroj pê ve ez bersiv nadim hesabên "nediyar" û anonîm.
19
13
227
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 month
Gelek hêmanên netewebûnê hene, lê ziman hêmana herî xurt a netewesaz e.
6
33
226
@Farqiniz
Zana Farqînî
6 months
@LogHaber Paylaşımın hiç bir yerinde Kürtçe konuşmayana oy vermeyin diye bir beyanatım yok. Sizinle dilinizle konuşmayana rıza göstermeyen diyorum. Umarım haberinizi düzeltirsiniz.
10
7
218
@Farqiniz
Zana Farqînî
6 months
Panela me ya Roja Zimanê Dayikê ya Egitimsena Antalyayê
Tweet media one
3
10
218
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye. (Ehmedê Xanî)
6
16
222
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Serkeftin a berxwedêran e. Berxwedan serkeftin e jî. Bijî wan.
2
12
210
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Bingeha gelek ferhengên kurdî-tirkî û tirkî-kurdî yên li platformên dîjîtal û awayên sepanî, ferhengên min in. Lê ne spasiyek ne jî malavahiyek li min kirine. Tew bi ser de şaşiyên min bi xwe jî tekrar kirine. Êdî hew min karî xwe ragirim. Ma ev heqê Xwedê ye?
22
21
207
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Ziman wekî zeviyekê ye. Tu çi lê biçînî tu dê jê wî biçinî...
8
16
207
@Farqiniz
Zana Farqînî
9 months
Li ser rastnivîsîna hin peyvan: 1) "jixwe" û "ji xwe" ji hev cuda ne: Ya pêşî berginda "a rast", "zaten" û ya diduyan jî bi mehneya "bi şexsê xwe" ye. 2) "bixwe" û "bi xwe" jî ne yek in. Bixwe, raweya fermanî ya lêkera "xwarin"ê û ya din jî bi mehneya "bi şexsê xwe" ye.
11
20
200
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
Em ê sibehê li Colemêrgê li benda we hezkirî û xemxwerên kurdî bin. Ez pir dilşad im wekî cara pêşîn e diçim vî bajarê ezîz ku qewî li ber dilê min şîrîn e.
Tweet media one
7
29
207
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 months
Gelî dost, heval, hogir û xweşdiyan, Cejna we ya qurbanê pîroz be û li gorî dilê we bi xweşî derbas be.
7
8
205
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Kêfa min pir ji vê nifşa rewşenbîrên kurd re tê ku çalakiyên wan ên zêhnî û her cure hilberînên wan bi giranî bi kurdî ne. Divê ev nifşa hanê xurt û zêde bibe û serî ji wan rewşenbîrên nekurdîziman bistîne.
4
18
197
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Pêşiyên me tiştên wisan xweş û di cih de gotine ku yekser tên hawara mirov: Vir sêwî ye, berî bi ku de kirine çûye, lê dawiya wê bihost û çar tilî ye. Heta rast rast geriya virê cihê xwe girt. Heta rastî geriya virê cihê xwe girt. Heta rast gera derewê cihê xwe girt.
6
7
197
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
Eger hûn çîroka strana TÛZIK LI SER AVA YE meraq bikin û bizanin Aram Tîgran ji ku derê ye kerem bikin. XWENDIN JÎ KÊFXWEŞÎ YE.
Tweet media one
11
19
199
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Her rojên me wekî xweşî û hestgermiya cejnan be. Bila ken, şadî û bextê çê tim para we be. Cejna we hemû heval, hogir û dostan pîroz be.
13
7
198
@Farqiniz
Zana Farqînî
5 months
çi biçînî wî diçinî tu çi biçînî tu dê wî biçinî tu çi biçînî tu dê wî hilînî tu çi bikî tûr tu dê wî derînî tu çi biçînî di kodikê de wê dibînî tu çi bikî kewarê wê ew bê xwarê Tirkiya wan: ne ekersen onu biçersin.
11
20
193
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 months
Li Amedê Kaniya Enzelê ya dîrokî bûye wekî hewza zarokan. Gelo şaredarî nikare ji bo zarokan hewzeke ewledar û paqij çêke?..
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
3
17
195
@Farqiniz
Zana Farqînî
8 months
Hosta necar razê wekî her car, xwedê yek e dergeh hezar. Kevirê havînê biavêje kadînê Bêyî hostayekî neçe çiyayekî Bêyî kizîr neçe dîwana mîr Aqil taca zêrîn e di serê her kesî de nîn e Mala pîrê gora pîrê Gur oxir meriv nebîne çêtir e Behs gur e gur hazir e #Gotin ênPêşiyan
@AhmetGunestekin
Ahmet Güneştekin☀️
8 months
Xwedê yek e, deri hezare #Gotin ênPêşiyan
17
50
815
24
21
197
@Farqiniz
Zana Farqînî
3 months
@Bimrenezanti çîn: sınıf çînî: sınıfsal her tişt çînî ye: her şey sınıfsaldır.
7
14
191
@Farqiniz
Zana Farqînî
9 months
Du aliyên zimên hene: Zimanê devkî û yê nivîskî. Zimanê devkî aîdî devokan e, lê zimanê nivîskî zimanekî standard e û ew yê me hemûyan e. Peyvek dibe ku di her devokî de bi awayekî bê gotin. Wekî vê peyvê: nivîn û guhartoyên wê livîn, nivên, nivînk, niwîn û niwînk.
6
17
191
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 months
Dîsan şewat û bobelat... Agir bi can û cegera me ket. Xemgîn im Çinar û Şemrex... Bila serî xweş be...
Tweet media one
0
22
190
@Farqiniz
Zana Farqînî
2 years
Li şûna "seçmeli"ya tirkî peyvên wekî bijare, hilbijarte, hilbijartî û hwd tên bikaranîn. Lê bijare û hilbijarte tên wateya mimtaz, elît û "seçkin"ê. Hilbijartî jî ew tişt/kes e ku hatiye hilbijartin. Loma ji bo vê yekê ez bêjeya "hilbijarî" pêşniyaz dikim: Dersa hilbijarî.
24
25
181
@Farqiniz
Zana Farqînî
9 months
Gelî hevalan, tikayeke min ji we heye. Ji kerema xwe baş bala xwe bidin tiştên ez li vir pareve dikim û paşê ramana xwe bibêjin. Em hema nedîtî nebêjin heft û nîv e. Ji lew re pîvan û sînorê zimanê min ne devoka min bi tenê ye; hemû devok in ku bi wan gencîneya zimanî pêk tê.
5
10
182
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 month
Ji ber ku ziman ne mafekî takekesî lê mafekî kolektîf e, tevahiya civakê eleqedar dike.
2
28
185
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Bi qasî ku ez ji medyaya civakî dişopînim, ji min kirê namzedên me ji hilbijartinên berê bêhtir êdî bi kurdî diaxivin û ray ji hilbijêran dixwazin. Gelo bi rastî daxwaza me bi cih tê ku divê em bi zimanê xwe deng li gelê xwe bikin an jî ev yek ji min re wisan dixuye? We got çi!
30
7
183
@Farqiniz
Zana Farqînî
7 months
Di nav 100 berhemên pêşniyazkirî de ferhenga min jî heye. Spas ji bo wan kesan ku wan berhema min jî pêşniyaz kiriye.
Tweet media one
8
5
182
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Carinan ez peyvekê peyda dikim îcar a berî wê nîn e, kêm e. Heta ez wê nebînim, dilê min rehet nabe. Mesela, min berê "gavilgaz" di ferhengê de bi cih kiribû, lê "gavil" tune bû. Bi saya hevalekî min "gavil" jî peyda kir. Niha wekî ku per bi min ve hatibin, wisan şad im.
6
12
180
@Farqiniz
Zana Farqînî
1 year
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, duh li NÇM'ya Stenbolê hem Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir hem jî sertîfîka da beşdarên kursa mamostatiya zimanê kurdî, ku ew bi ser ketibûn. Em jî beşdar bûn. Me axaftinek kir û sertîfîka jî da mamostayên kurdî yê nû. Li me giştan pîroz be.
Tweet media one
Tweet media two
3
12
179
@Farqiniz
Zana Farqînî
6 months
Ji bo Roja Zimanê Dayikê em îroj li Rihayê bûn.
@Denge_Rihaye
Dengê Rihayê
6 months
#RojaZiman êDayikê @Farqiniz , Adîl QAZÎ, Kenan GENGEÇ @Esmerxan2121
Tweet media one
0
2
10
3
11
177
@Farqiniz
Zana Farqînî
10 months
Min li ser wê pirtûkê nivîsî ku cara pêşî min ew bi zimanê xwen xwendiye.
Tweet media one
2
12
178