înan eroglu Profile
înan eroglu

@inanoloo

1,673
Followers
314
Following
84
Media
1,211
Statuses

edîtor li @pallwesan

Joined July 2022
Don't wanna be here? Send us removal request.
Pinned Tweet
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Kürt Dili ve Edebiyatı Bölümü mezunuyum, Diyarbakır'da yaşıyorum. Kürtçe özel ders veriyorum (online / yüz yüze). Özel ders almak isteyenlere ulaşması için rica etsem bu twiti RT eder misiniz? Detaylı bilgi için DM ya da e-mail gönderebilirsiniz.
21
2K
3K
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Mezûnê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî me, li Diyarbekirê dijîm. Dersa kurdî ya taybet didim (online / rûbirû). Tika ye, hûn dikarin vê twîtê RT bikin da ku bigihîje kesên dixwazin dersa taybet wergirin. Hûn dikarin DM yan e-mail binivîsin ji bo agahiyên zêdetir.
5
163
315
@inanoloo
înan eroglu
6 months
Cara ewil e kincê kurdî li xwe dikim û pê derdikevim gezmaxê. :) Newroza we pîroz be. 🕺🎉
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
4
2
151
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Twîta min a bo dersa kurdî ya taybet rastî eleqeyeke zêde hat, kêfxweş bûm. Lê kêfa min pir hat gava camêrekî Meletiyê got ez ê 15-20 gundiyên xwe kom bikim dersa kurdî bide wan û camêrekî Semsûrê got em komek heval in û ji kîsê xwe heqdesta dersdarên kurdî yên zarokan didin.
2
10
119
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Bi min ecêb tê gava dibînim tew kurdînivîsên me jî xwe li ber cezba tirkî ranagirin û nîqaşên xwe yên entelektuelane bi tirkî dikin. Difikirim, heger xêr û sûdek tê de hebe em jî tevde derbasî tirkî bibin û asta xwe ya entelektueliyê zêdetir bikin.
4
19
116
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Demek e em li ser weşanxaneyekê, weşangeriyeke nû difikirin û haziriya wê dikin. Sala 2023yan dê bibe destpêka kar û xebata wê, li Diyarbekirê. Fikrên me yên xweş hene, û xeyalên me. Gelek jî, heyecan. Di demên pêş de em dê agahiyên zêdetir belav bikin. Çaverê bin. 💃🕺
12
12
115
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Demeke dirêj e hevalan dipirsî ka podcasteke min a nû nîne. Erê, heye. Bi bernameya Taxa Ciwanan êdî her pêncşem bi mêvanên nû (ciwan) û mijarên cuda li Rudaw Podcastê me. Guhê we li me be. Hûn dikarin ji vê lînkê her hefte guh bidin beşên nû:
Tweet media one
14
23
108
@inanoloo
înan eroglu
5 months
“Ti tiştekî din nema ku bifiroşim.” Di 17ê Îlona 1924an de dîsa diyar dike ku wî hemû cilên xwe firotine ji bilî çakêtê wî yê peritî. “Bê pere mam,” dibêje dîsa, “ez êdî razî me ku di karên herî rezîl ên emeleyan de jî bişixulim.” Û dişixule jî.
2
21
83
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Piştî 30 salên hepsê jî meriv her li ser a xwe be û tew hêvî û baweriyê bide kesên derve. Ne mimkin e meriv heyran û heşmetkar nemîne li ber vê helwestê. Duh gava tevî hevalan me ji Mizgîn Ronak re got em xwendevanên te ne, hêvî û baweriya me jî bi ken û kêfxweşiya wê re zêde bû.
3
3
81
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Gotûbêjeke ecêb xweş bû. Heta niha min nedîtibû nivîskarek bikare guhdarên xwe ewqasî bide kenandin û nêzî du saetan bi kêf li xwe bide guhdarîkirin. Gelek spas bo vê suhbeta xweş Apê Zinar. Her hebî 🙏🌿 📷: @ezqesim
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
4
80
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Heta bi îro jî ku min destê xwe da van kitêban, bi guman bûm bê ka ev karê ha dê biçe serî û kitêb bên çapkirin an na. Amadeyî wê yekê jî bûm ku weşan hê dest pê nekirî têk diçe. Axirî tevî her tiştî Pall li vir e, em li vir in. Siheta hemû hevkar, piştgir û alîkaran xweş be.🥳🥳
@pallwesan
Pall Weşan
2 years
📚 #Kit êbênNû Kitêbên me yên ewil hatin çapkirin. Hefteya bê em belav dikin. Berg: Emîr Tahir
Tweet media one
10
42
154
3
8
74
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Şairekî ciwan, 24 salî, ji rojhilatê Kurdistana me. Dîwana wî ya ewil vê îlonê ji @pallwesan derdiçe, bi edîtoriya hûrbîn a Yehya Omerî û bergsaziya delal a Emîr Tahir. Dengekî nû ye û têra xwe xurt. Hêvî ye ku civata me ya kurdî û ya edebî bixêrhatineke xweş lê bike.
Tweet media one
0
4
68
@inanoloo
înan eroglu
2 years
E-mail: inan.eroxlu @gmail .com
4
17
57
@inanoloo
înan eroglu
2 years
"Kurdên sertî hişk û nişteciyên çiyan yên ji nifşên req î xurt û yên din jî ku warên wan erdê pal û kort û yê rast î deşt bû jî xwe ji wan dan alî û dûr bûn. Jixwe ew miletên ku nişteciyên van çiya û geliyan in, xuyê wan jî li gor nizmî û bilindiya erdê wan bilind dibe û dadikeve
Tweet media one
1
9
53
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Yusuf Ziya Döger karekî pir muhim kiriye. Serdemeke dîroka me (Sala Şewatê) ya ku kêm tê zanîn û kêm li ser hatiye nivîsîn, berawird bi şahidî û vegotinên nav xelkê û çavkaniyên dîroka fermî neqil kiriye, nexasim di ser Komkujiya Guewa gundê xwe re ku kalê wî tenê jê xilas bûye.
Tweet media one
5
10
53
@inanoloo
înan eroglu
11 months
Li benda vê dîwanê bûm. "112 hesp û xezelek" derket. Pîroz be @temoselim 🎉 Spas bo diyariya we @darayayinlari 🙏
Tweet media one
0
4
55
@inanoloo
înan eroglu
8 months
Gernês min wiha negotiye Gernês
@WaarKurmanci
Waar Media Kurmancî
8 months
Înan Eroglû: "Temenê weşangerên niha derbas bûye êdî, em dixwazin weşanger ciwan bin û rê li ber nivîskarên ciwan vekin." YouTube: ➡️ Waar Media #ÎnanEroglû #PallWe şan #F ûaraPirtûkan #WaarKurmanc î
0
1
62
5
2
51
@inanoloo
înan eroglu
1 year
🔫🔫
Tweet media one
3
3
50
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Şukru Erbas qadrolî axêverê Kurdistanê ye herhal, her roj li vir e û tim diaxive. Çawa sebra wî li wî tê, carek, du car, qet ji xwe jî aciz nabe. Ecêb.
9
4
53
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Ş. Valî diyar dike ku di nav mîtos û destanên kurdî de yê xwedî hemû taybetiyên cîhanî yê lehengiyê Rustemê Zal e û ew kevnemînakê lehengiyê ye di binhişê kolektîf ê kurdan de. Haya min zêde ji Şahnameya Kurdî tune bû, li gor hin çavkaniyan, çîrokên wê ji ya Firdewsî kevintir in.
Tweet media one
2
10
53
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Em dest bi karekî nû dikin, heyecana me zêde ye. Eger hûn jî bixwazin bibin şirîkê vê heyecanê, tika ye bila çav û guhê we li ser Pallê be. De bila bêto 2023. 💃🕺
@pallwesan
Pall Weşan
2 years
PALL dest bi weşanê dike.
Tweet media one
8
30
119
1
7
52
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Ev peyv û gelek peyvên din ên dêya min ku neketine vê nivîsarê û belkî jî ferhengan, car bi car bi bîra min dixin ku xizîneyeke min a çend hêja heye. Ez dê bi van hemû peyvan çi bikim, nizanim.
4
8
48
@inanoloo
înan eroglu
3 months
Beşa kurdî ya lîsansê piştî Mêrdîn, Mûş û Bîngolê vê carê li Diyarbekirê vedibe. Çi xebereke xweş. Ser xêrê be 🎉
@dicleuni1973
Dicle Üniversitesi
3 months
#Dicle Üniversitesi Bölümleriyle Güçleniyor! @YuksekogretimK Başkanı Sn. @erolozvar 'a ve YÖK'ün değerli üyelerine Üniversitemize destekleri için teşekkür ediyoruz. #2024YKS puanı ile öğrenci alacak "Sezai Karakoç Edebiyat Fakültesi - Kürt Dili ve Edebiyatı " bölümümüz hayırlı olsun
Tweet media one
14
51
271
1
1
51
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Bila kes nebêje fenomen jî nikarin binivîsin. Mîzahnûsekî nû li kurdî zêde bû. @Resulbafeyi cara ewil bo Kurdşopê nivîsî, û eger hûn bixwazin berdewam nivîsên wî bixwînin û bikenin, belav bikin ji kerema xwe 🤗
1
17
47
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Cara ewil e xwe li tecribeyeke weha radikişînim, ka hela çi dibe. Ji ber ku dema me kêm e dev ji bikarhêneriya aktîf a medyaya civakî berdidim, dê bêriya nîqaş û polemîkên vir bikim :) Êdî ku ne li vir bim jî, xwendin û belavkirin li we.
@BotanTimes
Botan Times
1 year
📢Înan Eroglu ( @inanoloo ) li Botan Timesê ye! Nivîskar Înan Eroglu dê her hefte derbarê babetên muxtelîf de ji bo #BotanTimes ê binivîse. Înan Eroglu kî ye? 🔗
Tweet media one
0
4
17
4
5
48
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Rojeke xweş e. Îro bûm 28.
6
0
47
@inanoloo
înan eroglu
9 months
Gelek kêfxweş im ku em dê vê kitêba nayab bi kurdî çap bikin. Û gelek spas bo kek @SerdarRusen û @RemoKaya ku bêyî wan dê zehmet bûya em mafê wê yê kurdî wergirin 🙏🌿
@pallwesan
Pall Weşan
9 months
Em bi kêfxweşî radigihînin ku me mafê kurdî yê Resistance Literature ya Barbara Harlow wergirtiye û sala 2024ê em dê bi wergêrana Yusiv Hemed û edîtoriya Serdar Şengül biweşînin.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
13
66
1
10
45
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Spasiyên jidil bo Botan Times û Mirad Bayram. Tevî ku me vexwendname ji piraniya medyaya kurdî/kurdan re jî şand, tenê wan li wê derê nûçeya me çêkir. Ji bo me şeveke pir muhim bû lê dibe ku ji bo piraniya medyaya me ne zêde muhim e. Ya bi xêr.
@BotanTimes
Botan Times
2 years
Pall Weşan: A new generation Kurdish publishing house Nûçe: @MiradBayram
Tweet media one
0
7
22
0
1
41
@inanoloo
înan eroglu
9 months
Standa herî xweşik a li fuarê Nûbihar bû îsal. Temsîl û prestîjeke mezin e bo kurdî/kurdan, hêvî dikim sala bê gelek weşanxaneyên me bi vî awayî li cihên herî xweş şûna standên tirkî wergirin. Siheta we xweş be 🙏🌿
@nubihar
Nûbihar
9 months
Fûara Pirtûkan a Amedê qediya! Spas bo xwîner, nivîskar, wergêr û her çi kesên keda wan tê da derbas bûye. Spas bo gelê Amedê ku eleqeyeke mezin nîşan dan. Bi hêviya dîtinê!
Tweet media one
4
10
97
2
6
41
@inanoloo
înan eroglu
2 years
"Dem û wexta rasteqîn ne ew dem û wext e ku bi alîkariya saet û salnameyan tê pîvan, ew dem û wext e ku mirov bi hemû heyîna xwe hîs dike û her salîseya wê di kûrahiya dil de dijî." (Wergêran: Nîzam Algunerhan)
Tweet media one
1
1
40
@inanoloo
înan eroglu
9 months
Îsal @pallwesan jî tev li fûara Diyarbekirê dibe û ev fûara me ya ewil e. Romaneke nû jî dê bigihîje fûarê, romaneke dîstopîk û xwedî ziman û hevoksaziyeke ecêb xurt ji nivîskarekî ciwan ê Başûr. Îsal 7 kitêbên me çêbûn, sala bê plan bo 8-10 kitêban e û giranî li wergerê ye.
2
5
42
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Ev nivîsara ku li ser romaneke Jan Dost, Helîm Yûsiv û Hesenê Metê hûr dibe, ji niha de îdia dike ku eger nivîskaran li şûna nivîsîna van romanan tweetek, gotarek an jî bîranînek binivîsiya, dê ji bo edebiyata me jî, ji bo edebiyata wan jî kêrhatîtir bûya.
4
9
42
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Di hejmara nû ya @Diplo_Kurdi de min şahkareke kêmnas a edebiyata kurdî daye nasandin: "Civîna Nemiran" a Mela Ehmedê Palo, @nubihar . Eger ev nivîs bike ku ev berhem zêdetir bê xwendin, naskirin û vekolîn, ez dê bextewer bim.
0
11
41
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Term tevî aliyên xwe yên kêm jî ji bo min yek ji romanên herî mezin ên kurdî ye ku bi xwendina wê şanaz dibim û hêja ye bi her aliyê xwe zêdetir bê vekolan. Fikra ku Hisên Kemal dê nikaribe romanine din binivîse, huzna min zêdetir dike.
1
5
40
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Di qada kurdî de gelek kesên hêja hene ku li ser kitêbên kurdî dinivîsin. Ev yek min pir kêfxweş dike. Lê tiştek heye bi ya min problem e. Carna li ser navê "nirxandin û rexne"yê tenê rastî kurte û naveroka berhemê têm (û ger hebin, çend rengdêrên wesfî).
1
3
39
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Mîrekî kore, tundûtûj, dîndarekî rijd, bihêztirîn serokê kurd ê serdema xwe ji aliyê leşkerî ve û xwedî fabrîqeyeke çek û topan, lê têkçûyê osmaniyan ji ber fitûya ulemaya wî ya şernekirinê li hember xelîfetiyê, zorbetiya wî, hevnegirtina mîran, û polîtîkaya îngilîzan.
Tweet media one
1
8
37
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Rêzan Diljen dipirse: "Berî axê divê em mêjiyê xwe rizgar bikin, me çiqasî destê/mêjiyê xwe ji serdestan şûştiye? Em dikarin weke mirovên azad tevbigerin, bifikirin û bijîn? An bi qasî ku desthilatdariyê destûr daye em dikarin van bikin?" @RDiljen
0
6
39
@inanoloo
înan eroglu
9 months
Naverok li aliyekî, ji mêj e ti romanekê bi ziman û ristesaziya xwe evçend tesîr li min nekiribû û çav bi ziman û ristesaziyeke evçend bi rêk û pêk û pergal neketibûm.
@pallwesan
Pall Weşan
9 months
📚 #Kit êbaNû Romana ewil a Vehêl Mihsin bi navê "Orgazmên Ejdehayekî" derçû. Hûn dikarin vê kitêbê û hemû kitêbên din ên Pallê, ji malpera me bixwazin. 🔗
Tweet media one
2
14
41
3
9
38
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Apê Zinar tê Wanê, kêf kêfa Waniyan e. :) Ez bim ji sihbeta xweş a Zinarê Xamo û Kenan Soylemez nemînin, wê rojê taybet xwe bixemilînin û biçin guhdariyê. :) Bi ya we di dorê de kîjan bajar heye?
@pallwesan
Pall Weşan
4 months
📢 ZINARÊ XAMO TÊ WANÊ... Zinarê Xamo dê bi moderatoriya Kenan Soylemez û mazûvaniya Chalak Eventsa Wanê û Egitim Sena Wanê li ser sirgûnî, xak û nivîsê biaxive. Em li benda we ne. 🗓 11ê Gulanê / Şemî 🕔 18.00 📍Salona Egitim Sena Wanê
Tweet media one
0
13
41
2
3
38
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Kitêbên me li ser Googleê ne, hûn li kê dera dinyayê bin hûn dikarin bi rehetî xwe bigihînin wan û bixwînin. E-kitêb nexasim ji bo xwendevanên me yên derveyî Kurdistanê ne. Û ricayek: Hûn dikarin vê belav bikin gelo ji bo ku bigihîje zêdetir xwendevanan?
@pallwesan
Pall Weşan
1 year
E-kitêbên Pall Weşanê êdî li ser Google Playê ne. Hûn li kê dera dinyayê bin, hûn dikarin bi awayê EPUB û PDF li ser telefon, tablet û komputurên xwe bixwînin. 🔗
Tweet media one
1
23
36
0
17
38
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Spasiyek.
Tweet media one
Tweet media two
3
4
36
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Malpera me dest bi weşanê kir. Spasiya Mesut Bilir û @semihayildizr dikim bo malper û videoyê. Û ricayek: eger hûn bikarin vîdeo û malpera me belav bikin ji bo ku bigihîje zêdetir kesan, em dê gelekî kêfxweş bibin 🙏
@pallwesan
Pall Weşan
1 year
dest bi weşanê kir. Hûn dikarin li ser malpera me bigihîjin hemû kitêbên çapkirî û elektronîk ên Pall Weşanê, wan bi erzanî bi dest bixin û qismekî wan bêpere bixwînin. Sazkirina malperê: Mesut Bilir Deng û vîdeo: Semîha Yildiz
0
29
70
2
13
36
@inanoloo
înan eroglu
5 months
"Optîmîst e mêrxasê hikyata, ne qidûm şikestî ye, altindar e, gumana siba xweş e." Hecîyê Cindî
Tweet media one
3
3
36
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Simila, dest pê dikim. Hedef: 1ê Tîrmehê, +10 roj. Ji bo forsa li civatan, ekstra notên li deftera Perxudresê. Yellah...
Tweet media one
3
2
36
@inanoloo
înan eroglu
9 months
Fuar xelas bû. Eleqe ji texmîna min zêdetir bû. Niha jî dora amadekirina kitêbên nû ye. 🙏🥳🕺
@pallwesan
Pall Weşan
9 months
Çend dîmen ji roja dawî ya fuarê. Gelek spas ji bo eleqeya we. Bi hêviya ku sala bê em cardin li vir hev bibînin. Emanet qencî. 🙏🌿
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
2
25
0
0
33
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Ez dibêm qey ev nivîsa ewil e li ser romana dawî ya Bextiyar Elî (min nedît). Welat Ramînazad vê romanê wekî "şoreş"ekê bo edebiyata me bi nav dike. Xwezî em hin nivîsên din jî li ser vê romanê bixwînin.
1
4
32
@inanoloo
înan eroglu
7 months
Romaneke kurt lê kûr, alegoriyeke mînîmalîst a Husên Arif ku li gor Bextiyar Elî şahkara wî ye. Bi wergera Şehab Xalidî û edîtoriya Ergin Öpengin, li ber çapê ye.
@pallwesan
Pall Weşan
8 months
"Revdegurg"a Husên Arif, bi wergerandina Şehab Xalidî meha Sibatê li Pallê ye.
Tweet media one
Tweet media two
0
5
20
0
3
32
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Bextiyar Elî di pêşgotina vê kitêbê de dibêje, "nivîserekî me qet nîne mîna Hisên Arif ku em bikarin navê wî danin wek çîroknivîsê hestên însanî yên sade, çîroknivîsê mirovên li perawêzan." Kêfxweş im ku kitêbeke mamosta Hisên Arif (1936), edîbê me, îsal ji @pallwesan derdiçe.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
4
33
@inanoloo
înan eroglu
10 months
Ji ber stresê dikim bimirim. Ka xwedanxêrek nîne şeş heft nusxeyên vê dosyeyê li nav çavê min bide?
@avestayayin
Avesta Yayınları
10 months
Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi dosyeya "Stres"ê derket. Hûn dikarin ji û ji malperên dîtir peyda bikin.
Tweet media one
2
44
123
1
7
31
@inanoloo
înan eroglu
1 year
. @Cumhurnemir pêşniyaz kiribû bixwînim. Şahkareke edeba me ye, kitêbeke ber seriyan e. Çi heyf e ku Palo di dema xwe de pir tê bêqedirkirin û ev kitêba wî jî hê nû çap dibe. Palo xwedî zanîneke kûr e di meseleyên dînî, civakî, siyasî û dîrokî yên kurdan de. Destê kedkaran sax be.
Tweet media one
0
5
33
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Merasîma xelatdayînê ya Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî. @SehmusKurt30 li ser navê @badinakhan xelat wergirt û di anekdoteke xwe de got min du caran bi heman berhemê serî li pêşbirkê da lê nehat qebûlkirin, bes min zanibû ez ê rojekê vê xelatê wergirim. :) Sed pîroz be. 🎉
Tweet media one
Tweet media two
0
6
31
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Kesên li civata dengbêjan ji wan re xweş dikin bi deng û gotinên wekî "hûû, can can, erê keko erê, ehow", navek ji bo wan û vê kirina han (wek xweşkirinê) heye gelo? Ger tune be meriv dikare navekî çawa li wan bike? Heval û şarezayên dengbêjiyê belkî bizanin.
5
2
29
@inanoloo
înan eroglu
7 months
Rojnivîskên Sirgûnekî ne tenê portreyeke şexsî ye, lê herweha çavkaniyeke muhim e ji bo nasîna jiyana kulturî, civakî û siyasî ya kurdan li Swêdê, li diyasporayê. Bi xweşzimanê nuktedan ê @ZinareXamo .
@pallwesan
Pall Weşan
7 months
Rojnivîskên Sirgûnekî ku rojnivîskên salên 1985-1999an ên Zinarê Xamo li xwe digire, meha sibatê li Pallê ye.
Tweet media one
2
11
61
0
4
31
@inanoloo
înan eroglu
11 months
"Îro Theodor Herzl sî û pênc salî bûya, li parçeyekî welatê me bijiya dê çi bikira? Bi rastî îro Herzl kurd bûya dê çi bikira, ji bo çi tê bikoşiya? Çareseriya wî dê çi bûya? Çi plan û proje dê pêşkêş bikirina?" Welat Ramînazad dipirse 👇
0
5
29
@inanoloo
înan eroglu
6 months
Hûn ê hin ji çîrokên herî xweş ên kurdî li vir bixwînin. Bila derkeve, bi gerê keve li nav xwendevanên xwe. 🎉
@avestayayin
Avesta Yayınları
6 months
Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din Rizgar Elegez (Çîrok) DERDIKEVE!
Tweet media one
5
27
98
0
3
30
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Nusxeya ewil bû para min :)
Tweet media one
@avestayayin
Avesta Yayınları
4 months
Deryas û Laş Bextiyar Elî Ji soranî: Payîz Mîlan DERKET! Li Yekem Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê ye…
Tweet media one
0
22
95
1
3
30
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Min jî form dagirt. Berî çend rojan li Semsûrê bûm û min dît bê hevalên li vir çawa bi dil û can dixebitin. Ji bo sê rojan ez dê dîsa biçim li wir bixebitim, hêvî dikim piçekî be jî barê wan sivik bibe. Hemû hevalên ciwan û xwedî derfet vedixwînim dest bidin vê hevgirtinê.
@Cumhurnemir
Cumhur Ölmez
2 years
Ji Semsûrê bang dikim! Hevalên li Cemxaneyê dixebitin zêde westiyan û hewcedarî bi alîkariya we heye. Hevalên li bajarên nêzîk dikarin wekî komên 10-15 kesî bên û barê me siviktir bikin. (Lînk li jêrê ye. @denoizm @bahozzOzsunar @erdal1kaya @muraddemirrrr
0
49
50
0
10
28
@inanoloo
înan eroglu
8 months
We ev kitêb xwendiye gelo? Ez bim bixwînin. "Temam bû tercema kitêba Durrû'l-Mecalisê bi zimanê kurmancî ji teqrîra Mela Mûsayê Hekarî ji boy cenabê qonsol Jabayî. 2yê Rebîû'l-Ewwelê 1274."
Tweet media one
0
2
29
@inanoloo
înan eroglu
2 years
E. Beravî wek çîrokbêjekê romana xwe ristiye, di nerma xwe de, bi ahengeke sivik. Heta dawî min bi meraq xwend, bi kêf. Ger bikariya xwe ji karakterên dûz xelas bikira mihtemel e bibûya romaneke mezin û nejibîr jî lê bi vî awayî bêtir di nav qalibên çîroksaziyeke gelêrî de maye.
Tweet media one
1
4
29
@inanoloo
înan eroglu
7 months
Kitêbên nû hatin. Her carê em hin nusxeyên kitêbên xwe wekî diyarî belav dikin, vê carê em dê hin nusxeyên van kitêban li hin deverên cuda yên Diyarbekirê deynin. Ka em binêrin dê bibin para kîjan xwînerên xerîb.
@pallwesan
Pall Weşan
7 months
Kitêbên me yên nû hatin. Hûn dikarin ji malpera me an jî kitêbfiroşên xwe bixwazin.
Tweet media one
0
13
51
1
4
29
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Romaneke kurmancî çapa pêncan dike, ev xebereke pir xweş e. Bi xêr be û bi hêviya gelek çapên din. 🥳👏
@nubihar
Nûbihar
1 year
Çapa nû derket! Dewrêşê Evdî Kulîlka Bilbizêk û Rim Eyüp Kıran
Tweet media one
0
5
39
0
4
25
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Rêving
2
1
27
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Me kitêba 10emîn dît, gelo em ê rojekê kitêba 100emîn jî bibînin? 🤔
@pallwesan
Pall Weşan
4 months
Kitêba me ya 10emîn, Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin, li çapxaneyê ye. Hefteya bê em belav dikin. Bi ya we cureyê wê çi ye û kê nivîsiye? 🤔
Tweet media one
4
3
30
1
3
28
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Bi destûra we êdî ez ê bo Wanê bibêjim navenda çand û edebiyata kurdî. 🤗 Spas û sihet xweş @ZinareXamo @Knnsylmz @vanegitimsen @chala
@pallwesan
Pall Weşan
4 months
Çend dîmen ji gotûbêja nivîskarê me Zinarê Xamo ya li Wanê bi moderatoriya Kenan Soylemez û mazûvaniya Chalak Events Wan û Egitim Sena Wanê.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
0
3
43
3
0
27
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Kerem bikin wergêrekî me yê gelekî zîrek nas bikin. Resûl Sultanî. Wergêrê Lolîtaya Nabokov, Şer û Aştîya Tolstoy, Koşka Kafka û gelek berhemên nivîskarên dîtir. Diyako Şasiwar nivîsiye 👇
1
5
26
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Ji mêj e min li sohbeteke evçende bimifa guhdarî nekiribû. @FexriyaA kuliyateke baş a femînîzmê di kurdî de ava dike, Neteweperweriya Feminîst, dosyeya Feminîzmê ya Zaremayê wd. Mixabin e ev xebatên wê nabin cihê nîqaşan, halbikî her xebateke wê divê li bin guhê rojeva me bikeve.
@hurbini1
Hûrbînî
2 years
Guftûgoyek bi Fexrîya Adsayê re li ser netewperwerî û femînîzmê 💬 Netewperwerî û femînîzm dijberên hev in? Netewperwerî dikare xwe ji bavsalarîyê bişo? Netewperwerîya femînîst çi ye, femînîzm çi ye? ➡️ @FexriyaA @Behice_fdemir
3
17
53
3
8
28
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Îlonê @pallwesan dê bi sê kitêbên nû li pêşberî xwîneran be. Mixabin ji ber hin şert û mercan û rewşên xerab navberek çêbû, lê wisa hêvî dikim ku îlon dê li me bê û em dê her berdewam bin.
1
6
27
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Her kitêbeke "ewil" heyecaneke zêde bi min re çêdike û vê romana ewil jî têra xwe ez heyecanî kirim. Me gelekî jê hez kir û gelekî li ser kar kir, hêvî ye hûn jî keyfekê jê bibînin. Bi meraq li benda romanên nû yên kek Kamuran im, pîroz be. 🌿
@kamirancakir
Kamîranê Çuxurî
4 months
Ev roman bi saya kek @kovan_baqi @inanoloo û Yehya Omerî heye. Ev dilxwaşiyek bêhempa ye ku wêjeya kurdî xwedî romaneke din bû. Bi nirxandina xwendevanan asta vê romanê dê diyar bibe.
Tweet media one
6
9
51
1
1
27
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Eger tehemila we ji rexneyan re nîne, daxuyaniyan nedin. Eger min bigota baş e, siheta we xweş herhal we dê biecibanda. Ne carekê, du caran we şermezar dikim.
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Heta niha çend kesan ez asteng kirime lê tu carî min ew eşkere nekirine, ji ber ku min got wekî şexs heqê wan ê astengkirinê heye. Lê saziyek çawa mirovan asteng dike, hişê we li serê we ye? Piçek profesyonelî, ne zêde, piçek.
Tweet media one
0
0
7
1
2
26
@inanoloo
înan eroglu
4 months
B. Karam nivîskareke kurd e ku ev demek e di rojeva edebiyata dinyayê de ye. Singulariteten sala 2021ê ji aliyê Norstedsê ve hat çapkirin ku yek ji weşanxaneya herî navdar a Swêdê ye. Çendek berê Fitzcarraldoyê îngiliziya wê çap kir ku ev 9 sal in 4 nivîskarên wan Nobelê digire.
@pallwesan
Pall Weşan
4 months
Pêjna lingê wergerekê tê? #BalsamKaram #roman #PallWe şan
Tweet media one
0
6
35
1
2
25
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Bi min wisa ye ku zehmet e mirov bêyî zewq û cîhanbîniyeke edebî, bêyî ku bi rihê edebiyatê bihese, bibe rojnamegerên baş, muzîsyenên baş, sînemagerên baş û her çi kesên eleqeya wan bi gotin û nivîsînê heyî. Helbet, beriya her kesî jî, ev ji nivîskaran re lazim e.
0
1
25
@inanoloo
înan eroglu
7 months
Vê yekşemê ez dê mêvanê @ChalakEventsWan bim û digel @werzeba1 abê em dê heft û heşteke edebî bigerînin. Dema we hebe kerem bikin, hatina we dê civata me xweştir bike.
@ChalakEventsWan
chalakwan
7 months
Bernameya Sihbetên Çayê ya 6a, wê vê carê jî bi nivîskar (weşanger) Înan Eroglu re be. Înan Eroglu, wê di vê bernameyê de li ser pirtûka xwe ya nû Heft û Heştên Mirinekê û heft û heştên edebiyatê (çîroknûsiyê, nivîskariyê) biaxive. Civatgêrê vê çalakiyê nivîskar Mihemed Şarman e.
Tweet media one
0
10
23
1
3
25
@inanoloo
înan eroglu
5 months
Apê Zinar piştî gelek salan li Kurdistanê ye. Bi xêr hatî 🌿 @zina
@BotanInt
Botan International
5 months
Zinarê Xamo û malbata xwe îro mêvanên me bûn. Wî behsa çendîn serborîyên xwe kir û civat gêra. Herwiha Zinarê Xamo kitêba xwe ya nû Rojnivîskên Sirgûnekî bo hezkirî û xwînerên xwe îmze kir. @ZinareXamo
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
2
6
56
1
0
26
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Sibeheke xweş di ber xwendina LEWergerê de. Zêdebûna wergêran cihê kêfxweşiyê ye. Helbestên bi dilê we jî dê miheqeq hebin di vê kovarê de, ez bim bixwînin. Dest xweş @lewerger_
Tweet media one
2
6
24
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Nivîskar/hunermend çima her carê hewcehî pê dibînin bibêjin ne endamê ti partiyê ne û ti eleqeya wan bi siyasetê tune ye tevî ku kes napirse jî? Ev yek hunera wan xurttir dike? Bawer nakim. Endamtiya partiyekê ti tiştî ji nivîskarekî kêm nake, nivîskarê baş li her derê baş e.
@FCeweri
Firat Cewerî
2 years
Tweet media one
2
3
58
4
2
25
@inanoloo
înan eroglu
9 months
Îro roja dawî ya fuarê ye. Jê nemînin.
@pallwesan
Pall Weşan
9 months
Çend dîmen ji roja 8an a fuarê. Îro roja dawî ye. Jê nemînin, em li benda we ne.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
0
2
15
0
1
24
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Simila, îlon bi bereketa xwe hat. De bila bêto 🥳🕺
@pallwesan
Pall Weşan
1 year
Pir çû, hindik ma...
Tweet media one
0
12
41
0
4
24
@inanoloo
înan eroglu
9 months
Cara ewil e em tev li fûarekê dibin, em li benda we ne. 🎉🥳🕺
@pallwesan
Pall Weşan
9 months
Em bi hemû berhemên xwe li Fûara Kitêban a Diyarbekirê ne. Em bi heyecan in ku em dê di vê fûara xwe ya ewil de pêşwaziya we hêjayan bikin. 📆 16-24.12.2023 🕖 10:00 - 20:00 📍 Mezopotamya Uluslararası Fuar ve Kongre Merkezi
Tweet media one
0
11
32
0
4
25
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Rozerîn pirsî, me qal kir. Eger hûn bixwazin zêdetir Pall Weşanê nas bikin, kerem kin.
@podcastkurdi
Podcast Kurdî
2 years
🎙️Pall Weşanê @pallwesan li Diyarbekirê merasîmek pêk anî û ragihandiye ku wê dest bi karê xwe kiriye. 🎙️Di vê podcastê hûn dê guh bidin projeyên paşerojê yên Pall Weşanê. 🎙️ @rozerendipity amade kiriye. ▶️ ▶️
1
6
17
0
2
25
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Xêrê ji xwe nebînin!
@avestayayin
Avesta Yayınları
2 years
Dadgehê girt! Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqera bi hênceta ku “propagandaya rêxistina PKK/KCK dike” websîteya me girt. tenê danasîn û firotina kitêban dike. Ligel qedexekirina kitêban ev sansûreke fiîlî ye, nayê qebûlkirin.
Tweet media one
18
137
302
0
3
23
@inanoloo
înan eroglu
11 months
Kerem bikin Mihemed Remezanî nas bikin ku du roj berê xelata wêjeyî ya Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zînê wergirt. Remezaniyê ku wergêrê Faulkner e, herweha ev deh sal in mijûlî wergêrana Ulyssesa Joyce e. Hêvî dikim ev xelat sala bê bo @KawaNemir1 be.
1
9
24
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Guldesteyeke çîrokên Franz Kafka, Heinrich Böll, Wolfgang Borchert, Peter Bichsel, Siegfried Lenz, Ilse Aichinger, Federica de Cesco. Gelek spas bo vê diyariya delal kek @dr_incekan , siheta te xweş be. @nubihar
Tweet media one
0
5
23
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Di qada kurdî xerîdar herî zêde li muzîkê ne, qeydeke P. Çakar 260 hezar caran hatiye guhdarîkirin (xwezî bi milyonan bûya). Eger Perwîn Xanim bizane ku piraniya nivîskarên kurd 260 kes jî nîne kitêbên wan bixwînin, belkî motîvasyona wê cardin vegere. Kurdî ne cihê xeydê ye.
2
2
20
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Min jî bi boneya vê dosyeyê çend gotinên kêm (48 dq) li ser Proust kirin. We bivê guh bidinê, we nevê Proust bixwînin :)
@hurbini1
Hûrbînî
2 years
"Proust bi nivîsandina 'Li Pey Dema Winda' dixwaze mirina xwe bi derengî bixe." 💬 PROUSTO, LO! | #A şûBaş 🎙️ Spotify: 📺 YouTube:
0
3
15
1
4
24
@inanoloo
înan eroglu
4 months
Berhemeke nû ya Husên Arif tê. Dibe em îsal çap bikin :)
@brahimaluci
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی
4 months
... eger tu xistî nav xwe û bêhêz jî kirî, dê bêminet te bikuje û dawiyê bi te bîne. Aqlê min li ser koka xwe nemaye! tovê gurg û gurgatiyê Revdegurg (Koma guran) Husên ARIF Ji soranî: ��ehab Xalidî Weşaneke teze pall @pallwesan û edîtoreke ciwan @inanoloo Înan Eroglu
Tweet media one
0
4
20
2
3
23
@inanoloo
înan eroglu
5 months
Vê şemiyê bi dereke din neçin, sozê nedin ti kesî. Gotûbêja me bi Apê Zinar re heye û ev gotûbêja wî ya ewil e li Kurdistanê. Derkevin û werin. 🤗
@pallwesan
Pall Weşan
5 months
Zinarê Xamo piştî 44 salên li pey nivîsa kurdî û bi dehan salên li sirgûniyê, cara ewil li welatê xwe, li Bakur bi xwendevanên xwe re tê cem hev. Em we hêjayan vedixwînin vê gotûbêj-îmzeya li Diyarbekirê ya l ser serpêhatiya temenekî li pey nivîsa kurdî.
Tweet media one
0
10
40
1
4
23
@inanoloo
înan eroglu
1 year
“Baş tê bîra min. Ez zarok bûm. Gava ku xebera kuştina Ferzende Beg gihişt gundê me. Xelkê bawer nekir. Digotin ‘Na! Em wî dibînin. Bi şev, li ser hespê xwe, li çiyayan digere. Haziriya şerên nû dike.” Vê gotinê ez mehv kirim, mere dibê ji çîrokekê ye. Lê ev ne çîrok e, dîrok e!
@BotanTimes
Botan Times
1 year
"...Çîroka Ferzende û Zapata bi qasî ku ya kurdan û meksîkiyan e, mirov dikare bibêje, li hemberî tarîxnûsiya serdest a dinyayê helwesteke hevpar ya tarîxnûsiya bindestan e." Serdar Şengul ( @SerdarRusen ) nivîsîye.
Tweet media one
1
24
113
0
2
22
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Pall hê nehatî avakirin di civatên heval û dostan de me qal kir ku divê eseh ji yekê zêdetir kitêbên nû yên nivîskaran di nav salekê de neyêne weşandin (wergerandin û amadekirina kitêban ne tê de.) Hê wisa, nivîskar çend kitêbên xwe pêkve dişînin.
2
0
22
@inanoloo
înan eroglu
2 years
Şiroveya min a piştî xwendinê ev bû. Xwezî bêtir bê xwendin û bikeve nav rojeva me.
Tweet media one
@hurbini1
Hûrbînî
2 years
📚Beşa ku behsa "Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin" a Nîhatê Hecî Şakirî dibe:
Tweet media one
1
8
25
0
8
23
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Diyako Şasiwar dipirse: "Gelo hikmetek li Kurdistanê heye ku bangî Žižekan bike û wisa bike ku dema ew feylesof hatine Kurdistanê, poşman nebin?"
0
2
23
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Di nivîsîna çîrokên pêşî de tesîra çîrokên surreal yên Helîm Yûsiv li ser min hebû, meselen çîrok ji devê berçavkekê dihat gotin, karakterê min rojekê radibû, didît ku li şûna pozê wî çavê wî heye.
1
0
22
@inanoloo
înan eroglu
11 months
Mistefa Şêrzad, xwediyê van tabloyan û gelek tabloyên din, piştî şêst salên di nav nîgaran de, duhê çûye ber dilovaniya Xwedê. Hunera wî li dinê be.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
0
1
22
@inanoloo
înan eroglu
1 year
Şairê me yê jêhatî @Armintemerzadee nas bikin, ji ber ku paşê em ê gelek caran navê wî bibihîzin. Dengekî zelal ji rojhilatê welatê me. Pîroz be Armîn 👏👏🌿
@pallwesan
Pall Weşan
1 year
Dîwana ewil a şairê ciwan Armîn Temerzade yê ji rojhilatê Kurdistanê, bi navê "Pirtûka Baranê" derçû. Edîtor: Yehya Omerî Berg: Emîr Tahir Hûn dikarin vê kitêbê û hemû kitêbên me yên din ji malpera me bixwazin.
Tweet media one
0
5
35
1
2
21