Serdar Profile Banner
Serdar Profile
Serdar

@SerdarRusen

760
Followers
963
Following
106
Media
1,622
Statuses

Don't wanna be here? Send us removal request.
Pinned Tweet
@SerdarRusen
Serdar
5 months
Bûyer û rewşên ku em wekî kolonyalîzmê pênase dikin hûkmê xwe herî zêde di jiyana rojane de nîşan dide. Vêga divê em ji xwe bipirsin bingeha madî ya jiyana me çawa guherî? Carina bi komek pirpar dikare bibe şahîdê wê guherînê û trajediya me ya modernbûyînê
0
1
18
@SerdarRusen
Serdar
3 months
"Wekî ku fîlozofê Frensî Michel Foucault dibêje, yekane mala ku mirov xwe lê bisitirîne, zimanê wî yê zarokatiyê ye. Em jî vegerin mala xwe, zimanê xwe. Wek Heidegger dibêje, bira zimanê me bibe mala heyîna me"   Vegera Malê
3
15
72
@SerdarRusen
Serdar
4 months
Qazî Mihemed, Hejar û Hêmîn Mukriyanî, her sê tenê, li kêleka hevdu, li ser berfê di nav sir û seqemê de li ser pêyan in. Ji berfê tê fehmkirin ku rojên ewil ên Komara Kurdistanê ne. Çawa ku li bin asmanê ew sê kurd tik û tenê bûn, li dinyayê jî wisa bûn
Tweet media one
1
11
50
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Seydayê defterê vekir, pozê qelemê li rûpelê xist û bi tîpên erebî besmeleyê nivîsand. Paşê sekinî, li min nihêrî û ji min pirsî “te qet kîtêbên Cegerxwîn xwendine?”
0
10
43
@SerdarRusen
Serdar
2 months
Melayê Cizîrî wekî alimekî sûfî di sedsala 17ê mîn de xwe wekî "şebçiraxê şebê kurdistanê" pênase kiribû. Li gor wî baweriya bi Xwedê û ronîkirina Kurdistanê li dijî hev nebû. Gelo ew di çar sed salên dawî de çi guherî? Min di hejmara dawîya Nûbiharê de nivîsî.
Tweet media one
0
11
42
@SerdarRusen
Serdar
2 months
Ji ber ku pênasekirina însên jî hatiye kolonîzekirin piraniya karekterên Kafka yan dibin kûçik yan kezik yan meymûn û ziman qabiliyeta xwe ya temsîlê wenda dike. Kolonyalîzm rê nade gelên kolonizekirî wekî mirov, bi zimanê xwe li dijî kolonyalîzmê derkeve
0
10
41
@SerdarRusen
Serdar
12 days
Eduardo Galeano dibêje ji ber ku hem siyasetên hovane yên serdestên Îspanyayê hem jî rizîn û hilweşîna civaka îspanyolan, îfşa dikir romana Don Quixote bi salan li Amerîkaya Latîn hatibû qedexekirin
0
10
41
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Du axaftinên Nobelê derbarê siyaseta zimên a gerdûnî de çi peyamek didin? Di bin hukma emperyalîzma linguîstîk de nivîskarên zimanên qedexekirî çawa reyek peyda bikin? Keremkin! Orhan Pamuk û Vargas Llosa: Siya Emperyalîzma Lîngustîk Li Ser Edebiyatê
2
11
38
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Xebateke antropolojîk li ser xwendina Dîwana Melayê Cizirî li derûdorên medreseyan. Ji bo xebatê bi gelek mela û feqiyan ku Dîwanê bi meqam dixwendin min hevdîtinek çêkiribû. Çend sal berê jibo Lêkolînên Kurd nivîsîbûm.
1
7
34
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Arşîvên mêtîngeriyê û dij-mêtîngeriyê bi xebatên arkeolojîk ji dosyayên veşartî, ji bîranînên zindî, ji bermayiyên şerên têkçûyî û şoreşên netemamkirî hat berhevkirin û bi xebatên jeneolojîk daxilî dîroka dinyayê kirin.
1
8
35
@SerdarRusen
Serdar
2 months
Burhan Sonmez di axaftina xwe ya li Berlînê berfirehî behsa vegera xwe ya ser kurdî dike: "Mebest ew e ku, hûn li kîjan rêyê bimeşin jî di dawiyê de bigihîjin malê, zimanê zikmakî, ku ew ji bo min zimanê Kurdî ye" Behice Feride Demir: Silavek Ji Kafka Re
2
7
37
@SerdarRusen
Serdar
9 months
Necîb Mahfûz hêvî dikir ku çawa di çîrokên periyan de, periyan bi çoyên xwe her tişt diguherandin, di şevekê de, di nava civakê de bi destê şoreşger û serokên mezin dê guherînên ewçend mezin pêk bên. Ji ber wê yekê dev ji nivîsandinê berdabû.
0
5
33
@SerdarRusen
Serdar
4 months
Ayebe di Gava Heyatê de çend rûpel ser hev daristanan Dêrîka Çiyayê Mazî ewqas xweş resm dikir ku meriv bi destên xwe zeytûnan ji daran top dikir. Ew çîrok jî weke av diherikin... ava ku xemgînî, trajedî û komedî tê de bi hev re diherikin. bi xêr û bereket in.
Tweet media one
Tweet media two
1
5
34
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Çandên xwendin û nivîsandinê çawa avadibin û diguherin?" Yek li ser Yemen, yê din li ser Îrlandayê, ew her du xebat li pey bersiva wê pirsî ketine. Hêja û îlhambexş in. Piştî behnvedana kin a havînê em berê xwe bidin wê mijarê giring.
Tweet media one
Tweet media two
2
5
33
@SerdarRusen
Serdar
30 days
Nivîsara min a li ser perwerdehiyê edebî û îrfanî li medreseyên Kurdan bi ingilizî der çû. My article on the place of literary education in Kurdish madrasas has been published.
0
6
35
@SerdarRusen
Serdar
19 days
Teza doktorayê Merhûm Qesimlo yek ji xebatên ewil ên akademîk e ku ji aliyê kurdekî li ser civaka kurdî hatin amadekirin. Qasimlo tecrubeyên kurdan li şûna klişeyên oryantalist û belgeyên dewletên serdest têxe û teoriyê xwe li ser wan tecrûbeyan ava dike. Hejayiyê xwendinê ye!
@avestayayin
Avesta Yayınları
5 years
Bir kitabın serencamı 1962 yılında Çekoslovakya’da bir üniversitede tez olarak hazırlandı. 1965’te aynı ülkede kitap olarak basıldı. Birçok dile çevrildi. 13 Temmuz 1989’da yazarı Abdurrahman Qasimlo Viyana’da İran devletiyle müzakere için gittiği toplantıda katledildi.
2
41
121
0
7
34
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Rojekê Yılmaz Güney dibin mehkemeyê, xalê min jî wek ‘eskerê ewlekar tam li ser serê Yılmaz Güney sekinîye. Di navbera mehkemeyê da jê ra dibêje: “Apê Yılmaz, dema ez li gund şivan bûm, min kir û nekir nehiştin ez di fîlma Sürüyê da bileyzim."
0
7
30
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Fanon û şîdet tenê bi "parîs vesilesiyle" dikeve rojeva Tirkiyê. Çi çepgir çi Islamîst rewş ew e û ew helwest hêjayiyê lêkolînê ye. Sînorên epîstemîk û cografîk ên antikolonyalîzma rewşenbîrên tirk li ku destpêdike û bi dawî dibe gelo?
1
3
32
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Ew nivîs spasiyeke biçûk e. Dêya min mamosteya min a ewil bû. Min nexşeya dinyayê pêşî bi neynûka dilê wê temaşe kir û min jar û belengazên cihanê di ferhenga wê de xwendin û dîtin. Mala wê û bi hezaran yên mîna wê ava be.💐💐💐
2
5
31
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Taner Timur îlhama vê pênasekirinê ji romana Garcia Marquez, Tenêtiya Sedsalî, girtiye. Lê xwezî gava ji bo dizîya îlhamê çûyî ber deriyê xelkê piçek guh bidaya peywend û dîrokê ku Marquez vê têgehê bi kar tîne
1
11
31
@SerdarRusen
Serdar
6 months
Mamoste Cuma Çîçek li ser politîkayên zimên berhemeke hêja nivîsiye. Ev rojên ku kurdî weke dersa hilbijartî ket rojeva me divê carek din were xwendin.
Tweet media one
0
5
32
@SerdarRusen
Serdar
11 months
Gava Casanova behsa berhevkirina “sermayeya edebî” dike qet behsa wêrankirina sermayeya edebî ya gel û neteweyên din nake. Lê gelo mumkun e ku meriv bêyî ku behsa emperyalîzma lînguîstîk bike sirûda edebiyata neteweyî bixwîne?
2
8
31
@SerdarRusen
Serdar
11 months
"Dibêjim qey cara yekem e ku  nivîskarekî soranînivîs ê Başûr, li ser Bakur romaneke weha  dinivîse. Ev dîyarde, di edebîyata kurdî de destpêka nûbûnekê ye; şikandina hişê perçeyî, çêbûna pespektîfeke niştimanî ye. Di dahatûyê de ev dîyarde dê bibe adetî"
0
6
30
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Ma hunera şiîrê bi xwe ne karekî polîtîk e? Wê gavê bi qelemeka ezber çi hewceyî peyitandina bûyera dilsoj e? Wê gavê çi hewceyî polîtîkaya rijî ye? Bi qelema Arjen Arî, ma xwîna herikî ji bîra kê diçe?"
0
5
27
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Yek ji helbestên Fatma Savci ye ku herî zêde tesîr li min kiriye... Warên xewna wê çiqas asê û berfireh in... Risteyan wekî çem û rûbar tê de diherikin... "Ji destên te bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa?"
@avestayayin
Avesta Yayınları
3 months
“Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin.” Bîra Birînê Fatma Savci Çapa nû DERDIKEVE!
Tweet media one
0
23
97
0
3
29
@SerdarRusen
Serdar
8 months
Zarok li ber deriyên mekteban hebûnên xwe diyarî didin serdestan, zimanê bav û kalan jî li heman derê û li kêleka hebûnên xwe dihêlin... Her çiqas sola diya Hesen hovitiya perwerdehiya kolonyal nîşanî me dide ew diyariya xwendekarê riya felatê ronî dike
1
9
30
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Van rojan ziman dîsa bû mijara edaletê. Kerem kin: "Kurdan ne tenê li hember erebî lê di heman demê de li hember farisî û tirkî jî hewl dan di warê ilm, edeb û irfanî de zimanê xwe bikin zimanê sereke." Îslam, Ziman û Îqtidar
0
8
29
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Octavio Paz di axaftina xwe ya Nobelê "Li Şopa Zemanê Niha" de got: Ji bo me amerîkiyên îspanyolî, zemanê niha yê heqîqî ne li welatê me bû: ew zeman bû ku îngilîz, alman, fransî û yên din tê de dijiyan. Gelo Paz çima xwe li derva zemanê heqîqî hîs dikir?
1
9
29
@SerdarRusen
Serdar
11 months
Gava E. Said di destpêka Oryentalîzm de Marx wekî oryantalîstek tawanbar kiribû fîtila agirê di navbera postkolonyalist û Marksîstan de pêxistibû. Piştî 1990an li gelek deveran çepgîr û postkolonyalist derbarê kolonyalîzm de li dijberî hev hatin Gelo çima?
0
5
28
@SerdarRusen
Serdar
8 months
Aynu'l-Qudat ji rêvebiran re got : “Ger ew erdê ku hûn belav dikin milkê şexsekî ye ew karê te talan e. Lê ger xwediyên wan ên şexsî tunebin vêga xwediyên wê erdê xelqê feqîr û belengaz e ku wekî derwêşan dijîn û karê ku hûn dikin dîsa dizî û talan e
0
8
29
@SerdarRusen
Serdar
4 months
Carekê Kak Fırat Aydinkaya derbarê edebiyata berxwedanê û poetikeya Peşêw de pirsîbû, "Gelo em ifadeya şî'rên ji mikrofonê re hatine xwendin çawa şîrove bikin?" Ew kitêba Mamoste Ergün li ser poetîkaya Peşêw û tevgerên edebî yên serdema wî xebatekê giranbûha ye Destxweş🙏🌿
Tweet media one
Tweet media two
1
7
27
@SerdarRusen
Serdar
2 months
Gelo ji bo nivîskarên ku zimanê wan hatine qedexekirin û ji zimanên xwe dûr ketine arşivên zimanî li ku ne? Çawa dikarin rêya vegerê peyda bikin?
Tweet media one
0
5
27
@SerdarRusen
Serdar
26 days
Nivîsara min a li ser guherîna çanda pirtûkfiroşiyê derûdorên medreseyên Kurdan bi ingilîzî derçû. My article analysing the process of change in the book selling culture in Kurdish madrasa circles has been published
1
7
28
@SerdarRusen
Serdar
23 days
Kevoka Reş a Nîna Sîmone çîrokeke enqayê Afrîkî ye ku di dawiya firîna xwe de bû misteke xwelî û ji esmanan li ser axa xwe barî. Dengê Simoneyê û yê bongoyê ku ji kokên xwe yên Afrîkî hatine qetandin şahidiya huzn û elema koletî û bêwelatiyê dikin.
0
5
28
@SerdarRusen
Serdar
10 months
Di serdema Ebbasiyan de xebateke nivîsîn û berhevkirin di bin çavdêriya dewletê de dest pê kir. Di vê senifandin û avakirina şaxên zanistî de zimanên ne erebî û zanistén ku bi desté gelén ne ereb hatin saz kirin li dervayé çarçoveya referansê îlmî mane
1
4
26
@SerdarRusen
Serdar
8 months
Pall Weşanê pîroz dikim ku çapkirina vê berhema hêja hilda ser milên xwe. Werger û weşandina kitebên bi vî rengî dê fehm û feraseta me ya derbarê rexne û teoriyê de berfirehtir bike û hêdî hêdî me ji bandor û sînorên lîteratura bi tirkî rizgar bike.
@pallwesan
Pall Weşan
8 months
Em bi kêfxweşî radigihînin ku me mafê kurdî yê Resistance Literature ya Barbara Harlow wergirtiye û sala 2024ê em dê bi wergêrana Yusiv Hemed û edîtoriya Serdar Şengül biweşînin.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
13
66
1
8
24
@SerdarRusen
Serdar
2 months
Burhan Sonmez li Berlînê axaftineke dûr û dirêj li ser birînên xwe yên zimanî dike. Min hevpeywînên wî jî xwendîbûm lê li vir daye navê. Wekî serokê PENê li hember guhdarvanên navneteweyî siyaseta zimanî ya hovane li Tirkiye îfşa dike. Balkêş e...
0
4
25
@SerdarRusen
Serdar
1 month
Ew kesên ku di dersên dewletê de hînî coxrafyayê bûne nikarin pirsên rast ji dîrokê bipirsin. Feth û dagirkerî çawa bi alikariya dîn, felsefe û edebiyatê cografyayên din ji xwe re dikin welat? Dengê Robinson Cruose li vir di dengên kê de olan dide?
0
4
27
@SerdarRusen
Serdar
11 months
Mamoste Zulkuf Ergun piştî xebatên li ser helbesta kurdiya modern niha xebateke hêja pêşkêşî me dike. Ked û xebata salane ye 🙏🌿
@nubihar
Nûbihar
11 months
Nû derket! Edebîyata Kurdî ya Sovyetê Zülküf Ergün
Tweet media one
1
38
156
0
2
25
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Li gel vê pirsgirêkê, tevger û sîyaseta kurdî jî ji bo çand û hunera kurdî hewil nedaye ku çand û hunereke xweser û serbixwe ava bibe. Em girêdayî vê civatê ne, em li nav vê civatê dijîn û meseleyên me jî yek in"
0
4
24
@SerdarRusen
Serdar
4 months
Cigerxwîn: "Gelo hûn ji miletên din ku ji bo serxwebûna xwe şer dikin re dibêjin dev ji şerê xwe berdin û werin hawara gelên din?" Cêsaire: "Marx baş e lê divê bi tecrûbeyên mirovên reşik û yên “cografyayên nênas” were temamkirin”.
2
5
26
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Di navbera şûr û qelem de kolonyalîzm, dijkolonyalîzm û perwerdehiyê. Xalên giring bipêş xistiye bo nîqaşê.
1
5
24
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Yên ku ji zemên hatine qewirandin ji cih û warên xwe jî dibin. Afirandinên bajarên xeyalî yên mîna Macondo ya Marqûez û Comala ya Juan Rulfo dikarin di vê çarçoveyê da bên nirxandin" "Gelo em zemanên gund û bajarên xwe di seatên kê de dixwînin?"
0
1
25
@SerdarRusen
Serdar
2 months
Ên ku bi zar û zeçên xwe li hember kolonyalîzmê şer kirine di qonaxa aştiyê de tu hêza siyasî, çandî û ekonomîk bi dest nexistine. Nûnerên wan ku di rehma çandî ya kolonyalistan de hatibûn afirandin bi ziman û çanda xwe girêdayî kolonyalîstan bûn
1
6
25
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Edgü carinan xwe wekî pêxemberekî dibîne. Carinan ji bo xwendakarên xwe wekî Musa ‘Deh Ferman’an dinivîse, carinan jî xwe wek Nuh dibîne û ji xwe dipirse, Ez wan xelas bikim, lê ez zimanê wan nizanim. Gelo Nuh bi heywanên xwe re bi kîjan zimanî xeber dida?
0
6
25
@SerdarRusen
Serdar
5 months
Sartre di peşgotina Orpheusa Reş de ku antolojiya helbestên şairên reş e tevgera Negritude wekî 'Nijadperestiyekê li hember nijadperestiyeke din pênase kiribû ku di dawiyê de her du jî ji holê rabe û mirovahiyeke ji rengê azadê derkeve meydanê. Lê Fanon îtîraz dike û dibêje:
Tweet media one
1
4
25
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Kitêb ne bi tirkî bû. Min bi ecêbmayî jê re got ‘Lê ev bi kurdî ye’. Sekinî, li orta çavên min nihêrî û bi tinazî got ‘Qey hûn kurdî nizanin. Hûn behsa biratiya hezar salan dikin, min got herhal hûn heta niha zimanên xwişk û birayên xwe hîn bûne!"
0
8
24
@SerdarRusen
Serdar
11 months
Nirxandin û danasînek din li ser romana Bextiyar Elî. Destxweş🌿
0
7
24
@SerdarRusen
Serdar
9 months
Piştî merasîma cenazeyê, xweliya wê li ser çend welatên Efrikayê hat belavkirin Wekî misteke xweliyê vegeriyabû wan welatan ku wekî kolê ji wan hatibû qetandin Enqaya Afrikî ye Sîmone ku di dawiya firîna xwe de bû xwelî û ji esmanan li ser axa xwe barî
0
5
24
@SerdarRusen
Serdar
5 months
Li ser jiyan û xebatên Fanon kitêbê herî baş e ku ez dixwînim. Zanist û rêbaza Lee meriv heyran dihêle. Lee dibêje, "Fanon kitêba Çerma Reş û Masqeyên Spî nenivîsiye lê wekî şî`r xwendiye û gava ew dixwîne hevjîna wî daktîlo kiriye. Lewra zimanê kitebê wekî stêrkek diçûrise"
Tweet media one
1
2
24
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Metnên Shakspeare, Daniel Defoe, Jane Eyre, ne tenê berhemên netewî yên îngilîzan in, lê berhemên împaratoriya Britanyayê ne jî. Ji ber vê yekê bi qasî ku têkîldarî bi Îngîltereyê, bi koloniyên împaratorî jî têkildar in û divê bi vê awayî were xwendin
0
4
24
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Berhemên yên wekî Şêrko Bêkas, Cegerxwîn û Bextiyar Elî, li ser mîrata çandî ya dewlemend û serpêhatiyên kolektîf ên gelê Kurd, çavkaniyên giring in. Ev hunermend, bi bikaranîna zimanê Kurdî wekî amûra derbirînê tev li parastina ziman û çanda xwe dibin"
0
4
24
@SerdarRusen
Serdar
22 days
Gelo di warê zimên de tekiliyên kolonyal îcada Ewropiyan bû? Na! Di warê ziman û edebiyatê de tecrûbeyên gelên ne ereb baş nîşan didin ku têkiliyeke kolonyal di alema îslamiyetê de jî hatiye avakirin.
1
4
23
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Raymond Willams di kiteba xwe ya Long Revolutin (Şoreşa Dirêj) de di bin tesîra gûherinên teknolojîk de pêkanîn û gûherîna qada çandê analîz dikir. Wa ye, çîroka sûretvanekî kurd rûpelek ji şoreşa dirêj a kurdan pêşkêşî me dike Destxweş Kak Selahadîn 🌿
0
7
23
@SerdarRusen
Serdar
7 months
Ji Fethi Naci bigre heta Feridun Andaç û Gürsel Aytaç tu kes bal li ser temsilên kolonyal ên di berhemên Ferit Edgü de ne kişandin. Gelo çima? Edebiyata tirkî gava "Doğu" penase dike çawa ji kanona kolonyalist îlham girtiye mijareke giring e.
0
3
23
@SerdarRusen
Serdar
6 months
Hejar di otobiyografiya xwe de nivîsiye ku wî û bavê xwe çend kitêbên kurdî xistine qutiyeke hesinî û li baxçeyê gundê xwe, ku dûrî navenda bajêr bû, veşartine. Tenê bi şev ev kitêb ji binê axê derdixistin û dixwendin. Piştre careke din ew bin ax dikirin.
3
4
22
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Ziman ji bo hebûna dewlet û civakê ewqas giring e ku ne tenê erkên dewletê lê muxalifên herî tund jî li hemberî zimanên din pê re tevdigerin qet nebe li hember neheqiyan bêdeng dimînin. Çima? Guherandina Navendê: Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Ingilîzî de
1
5
22
@SerdarRusen
Serdar
3 months
"Zarok li ber deriyên mekteban hebûna xwe diyarî didin serdestan, zimanê bav û kalan jî li heman derê û li kêleka hebûnên xwe dihêlin" Sola Diya Hesen
0
6
23
@SerdarRusen
Serdar
9 months
Gregor Samsa ne tenê şewaza xwe lê zimanê xwe jî wenda kiribû. Georg Lucaks tenê piştî ku welatê wî tê dagirkirin realîzma kolonyalîzmê fam dike û haya wî ji şert û mercên ku mirovî ji insaniyetê xwe dike û şexsiyeta wan bin pê dike de çêdibe.
0
2
23
@SerdarRusen
Serdar
9 months
Adorno bi tégeha "endüstriya çandî" bal li ser amûr û rêbazên nû yên serdestiyê kişandibû. Bi qewlê Şêx Hamidû Kane serdestan welatan ku bi çekan ji hev kiribûn bi riya çandê ji nû ve dianîn ba hev. Helbet li gor îmaj û ihtiyacên xwe.
0
7
22
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Mamoste Zülküf Ergün pirseke giring pirsiye: "Pirs ev e gelo barê giran ê hemû şaxên zanistî bi çend beşên ziman û çanda kurdî dikare bê rakirin? Eger bersiva vê pirsyarê na be, divê ji bo vê çi bê kirin?" Wesayet, Xweserî û Serbixwetîya Zanistî
1
2
23
@SerdarRusen
Serdar
11 months
Çi xezineyên kurdan hene ku em hê nizanin çi kes in! Destxweş🌿 Binali Selman mekteb nexwendiye, lê ew di lêxistina zirneyê de wer jêhatî bûye ku wî li konservatuaran, li unîversîteyên Stenbolê bê nota ders didaye. Orhan Gencebay pesna metoda wî daye.
0
5
21
@SerdarRusen
Serdar
1 year
"Wextê kesên xwende tên ba hev, gazinê ‘kurd naxwînin’ bi hev du dikin. Gelo bira kurd ji xwendinê hez nakin, an tu rê û mikûnên wan ên xwendinê çênebûne? Li welatekî bindest ku kitêb lê qedexe bin... gelo avakirina çandeke xwendinê çi qasî mimkun e?"
0
5
21
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Siyaseta zimên li alema İslamê jî adil nebû û lê berxwedan her hebû: "Sazkarê Dewleta Muvahhidan, Ibn Tûmert di sedsala 11emîn de, çar sed sal beriya ku Luther Încîlê wergerîne almanî, Qur‘an wergerandiye ser zimanê berberî û îbadeta erebî qedexe kiriye"
0
7
22
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Van salên dawî di şi’ra kurdî de meyleka nû ya poetîk heye ku tesîrê li gelek şa’irên me dike. Ev nivîsîna haîkûyan e ku ji sed salî zêdetir e ji welatê xwe japonyayê dirêjî gelek ziman û çandan bûye.
0
4
20
@SerdarRusen
Serdar
4 months
Ew nivîs baş e lê sînora dijkolonyalîzma rewşenbîrên dewletên serdestan jî nîşan dide. Hamid Dabaşî bi xwe mîrateya Fanon tehrîf dike. Ew jî wekê E. Saîd derbarê kolonyalîzma dewletên Ereb û Farisan piştewan e. Çi ferqa Enfal û Xezze heye? Çima ji bo Enfalê Fanon nayê bîra wan?
@feraternity
F. A.
4 months
Hamid Dabashi: "Fanon kendini, sömürgeleştirilmiş halkları, bugün Gazze'de tam gaz devam ettiğini gördüğümüz türden sömürgeci tahakkümün vahşetinden kurtarmaya adamış, devrimci bir düşünürdü." Not: Fanon'un mirası, senin ülkeni paklamaz, mahkum eder.
2
13
58
2
3
21
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Hêza polîtîk ya sînemaya Güney ew e ku têkiliyên jiyanî, bi têkiliyên polîtîk, siyasî û civakî ve gîrêdayî ne. Lewma, tu fîlmên wî yên ku referansên rasterast yên polîtîk pêşkêş nakin jî, bi salan e dîsa jî ji aliyê dewletê ve tên sansûrkirin û qedexekirin
0
6
18
@SerdarRusen
Serdar
4 months
Ew şî'r ku di Sindoqa Dirûnê de cih digre ez matmayî hiştîbûm. Çi dilsoj û kûr e. Çend roj berê hevalek min telefon kir bi keleceneke mezin ji min pirsî: Te kitêba dawî ya Gulîzer 'ez û hemû jinên ruhê xwe' xwend? Min got hê na. Got bixwîne û bibîne ka çi karekê hêja kiriye?
@recebdildar
Receb Dildar
4 months
Tweet media one
0
7
56
0
3
21
@SerdarRusen
Serdar
4 months
Bi saya Xecê Furux bi kurdî helbest dihûne. Çi wergerekê kamil e🌿 Xecê rihekê kurdewar û jinewar lê pif kiriye. Jê nemînin Destxweş 🙏🌿
@Wejexane
Wêjexane
4 months
"Deng, deng, tenê deng dengê arezûya zelal a avê bo herikînê dengê rijîna ronahiya stêrkan ber dîwarê mêtiya axê dengê gihîştina tuxmava ma'neyê û dengê raxistina hişê hevbeş ê eşqê deng, deng, deng, tenê deng e ku dimîne.." (r: 332) @xecamamo — Furûx Ferûxzad #Fur ûxFerûxzad
Tweet media one
1
4
20
2
4
21
@SerdarRusen
Serdar
7 months
Ger "Ziman her tim hevrêyên împaratoriyan bûne" gelo mimkûn e bendeyên împeratoriyan bi zimanê efendiyan bersiv bidin wan û bi zimanê wan humanîzmên xwe ava bikin? Pirsa din jî ev e: Gelo arşîvên zilm û talanê divê bi kîjan zimanê/an were qeydkirin?
4
5
21
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Di hefteyên pêş de li pey wan pirsan bikevin! "Di edebiyata kurdî de, gelo berhemên edebî, teorî û rexneya edebiyatê bi nîqaş û pêşketinên di warê edebiyata cîhanê û edebiyatên postkolonyal de bi çi awayî têkildar bûne?"
0
5
21
@SerdarRusen
Serdar
3 months
Mîtînga Hîlwanê hemû fantazî û klîşeyên wan profesor û lêkoleran li ber çavan radixin û di warê aborî û kedkariyê de îşaretî dîrokeke din dikin ku nan û ziman, welat û nasname tê de bi hev re girêdayî ne û li derveyê dîroknûsiya îqtisadî ya serdestan mane.
0
6
21
@SerdarRusen
Serdar
11 months
Her du xebat di serdema modern de bandora çapxaneyé li ser çanda kiteb û xwendiné dikin. Serfiraz bi analîza arşîvan û anekdotén kémbihîstî çarçoweyeké xurt datîne. Şems jî derbara guherîna çanda xwendiné derdorén medreseyan de analîzén pir héja dike. Her du jî lhambexş in!
Tweet media one
Tweet media two
1
3
20
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Şêxo Filîk pirsên giring dipirse û deriyê nîqaşekê giring vedike. Destxweş🌿 Ji ber ku modernîzm tim li ber “ya kevn”, “ya klasîk” rabûye û xwe ji muhazakariyê dûr xistiye ev hişkeberiya hunerê bi proseya pêla modernîzmê re eleqedar e?
0
7
19
@SerdarRusen
Serdar
10 months
"Ji şikê der e ku meriv dikare wê serdema zêrîn a Kurdên Soviyetê ji bo ziman, edebiyat, qeydkirina folklorê û nivîskariya kurdî wekî Ronesansa Kurdên Kafkasyayê binav bike. Ew hemû nivîs û qeyd û zebt in ku neslekî bala rabûn ew mîrasa ezemet afirandin"
0
1
18
@SerdarRusen
Serdar
2 months
Gelo ji Botan, Loristan, Hewreman, Baban bigire heta Amêdî û Elegezê piştî ewqas ronesansên şikestî li gel welatekî bi têldirk û sînorên jihevketî, bi laşên parçekirî, bi kitêbxaneyên talankirî û bi arşîvên dizî em ê bi çi awayî ronesanseke nû pêk binîn?
0
6
20
@SerdarRusen
Serdar
1 year
Di berbanga serxwebûnê de li Hindîstan û Pakîstan edebîyat, siyaset û etîk. Li ser jiyana Saadat Hasan Manto filmekê serkeftî
Tweet media one
0
1
16
@SerdarRusen
Serdar
10 months
"Mela teassuba irfanî şikand ku bihistîn û gihiştîna Xweda tenê bi riya erebî û farisî mimkun qebûl dikir. Xanî di bin siya şahidiya qelsbûn û têkçûna mîrektiya kurdan de ‘tehsîla îlm û hikmeté' bi ‘tekmîla dewletê‘ ve girêda"
0
6
19
@SerdarRusen
Serdar
1 year
👏👏👏 Di vî warî de yek ji taybetmendiyên giring ên sînemaya kurdî ew e ku derhêner li ser serpêhatî û bîranînên xwe yên şexsî vegêranekê pêşkêş dikin. Balê dikşinîn ser rewşekê ku tê de karesat, trawma, serpêhatiyên tundî ne tenê di dema borî de qewimîne
0
2
19