Li gel Xanim
@Basak__Demirtas
li Newroza Amedê. Rojnamevanê jêhatî
@aslanferit21
sûretê me kişand û got eger tu nebêjî Ferîd ev sûret kişandiye ezê giliyê te bikim🤓 Vaye min got😊
Ez û Gulîstan çûn civata Sînemxan Xanimê. Me destê wê maçî kir, cejna wê pîroz kir û Gulîstan dilê wê nehişt, jê re Sînanê Kirîv jî got û em vegeriyan.🌺
Zarokên ku li ber destê van dêleguran perwerde dibin, weke xwe namînin. Divê em perwerdeya bi Kurdî ji wan re misoger bikin. Em tev şirîkê vê tawana ne mirovî ne. Xwelî li serê me be!
Ji kurê min biçûktir e. Barê vê dinyayê tevî hilgirti ye. Xweliya vê dinyayê tevî li serê me be ku em nikarin jiyaneke xweştir û ewletir pêşkêşî zarokên xwe bikin. Serê me li hemberî vî zarokî tewandî ye😔
Kurd ne li hêviya spasiya we ne. Hûn weke navê xwe zanin ku ew ne ji bo çavê we ê belek hatin. Ew beziyan hewara xwişk û birayên xwe ên li Bakurê Kurdistanê. Ji bo we bûya, weke her kesî wê 4 barhilgir xwarina xwe danîna ser riyekê û vegeriyana. Derdê we jî ev e, em zanin.
“Dîsa li me fermane!
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Barzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê Helebcê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e…”🙏
‘Dawete li gundê me ye, rabin em herin dawetê’.
Xwarziyê min zewicî, ez sponsora kiras û xeftanan bûm. Min ji Hewlêrê 2 bahol kiras û xeftan birin Nisêbînê. Pir li bejn û bala xwişk û xwarziyên min hatin.
Neçin Rîze û Trabzonê, biçin warê Seyid Riza, Dêrsimê! Çem û cobar, çiya û banî, daristan û her tiştê hûn lê bigerin, hûnê bibînin û wê pereyên we li Kurdistanê bimîne👌
Mirov jê têr nabe.
Heval û dost û şopînerên hêja! Ez ji bo vê piştgiriya we a bê hempa yek bi yek spasiya we dikim. Wê başî û qencî tu caran rê nede ku xerabî û zikreşî û bêbextî biser bikeve. Hûn hêja ne û Xwedê kir ku hûn hene.
Ev 28 sal in rojnamevaniyê dikim. Di radyo, rojname, kovar û televizyonan de armanca serekî gihandina rastiya nûçeyê ye. Lê ji min re zimanê nûçeyê, herdemê bi qasî rastiya wê girîng e. Em xizmetkarê kurdiya şêrîn in. Spas ji bo Hezkurdê ku ez hêjayî vê xelatê dîtime
@HezkurdHZK
Ewên ku we bi rih û can û ziman kirine tirk, besî we ne û zêdeyî serê we ne. Dest nedin Kurdîtiya Sofî Omer. Ew bi hevîrekî ji sedî sed Kurdî hatiye stiran, nabe tirk.
-Sînemxan, tu li Şamê hatiye dinyayê û li wir mezin bûyî, bavûkalên te botî ne. Tu xwe ji ku dibînî?
-Ez xwe ji Cizîra Botan dibînim û dema di ber Birca Belek re derbas dibim, rondikên min têne xwarê, xwe nagirim😢
Ev demeke dirêj e min biryar daye mast li malê bimeyînim. Bela dilê Hewlêriyan nemîne lê mastê wan kizirî ye û em jê hez nakin. Tê bîra min dayika min mastê kizirî dirijand. Piştî çend ceribandinan ez biser ketim. Mastê min temam e👍
Dîlana Arifê Nadir Nadirov ku neviya akademîsyen û profesorê Kurd Nadir Nadirov e, li Qazaxistanê li ser asta zanîngeha xwe di warê hunerên bedew û wênesaziyê de bû yekemîn û serê me bilind kir. Her bijî Dîlana delal👍
Ez vê jî bibêjim. Xuya ye gelek kes nizanin ez û Hişyar
@hisyarozalp2
zewicî ne û hevjîn in. Piştî vî temenî em ranabin bi dahol û zirnê nazewicin. Malbatên me û heval û dostên me ên nêzîk dizanin. Me pêwîst nedît em ragihînin ji ber ku serê kesî jê naêşe.
Me li Amedê îşev dest bi Newrozê kir, emê sibe berdewam bikin. Kulîlkên di destê min de
@SterkRawin
ji ser riya navbera Wan û Amedê kom kiribûn. Newroza we pîroz be. Her sal bi xweşî pîroz bikin💐💐
Di navbera Cizîr û Colemergê de. Em berbû ne. Me çû bûk ji Colemêrgê anî Cizîrê. Heta niha jî çiya li dora serê me dizîvirin û em jî li dora serê çiyayan😇
Îro wê temamê Navenda Nûçeyan heta êvarê xizmeta dersa Kurdî bike. Xwîna tevan îro bi min şêrîn e û dixwazim çay û qehweya wan jî li ber wan deynim ji bo ranebin ser xwe😍
De xwe bişidînin Kurdno! Em û vî zimanî ne, ew jî ji dest me here, malwêranî ye!
#Kurdihilbijerin
Ağrı İbrahim Çeçen Üniversitesi’nde akademisyen olan Tuba Işık, Roboski’de hayatını kaybeden insanlar için skandal ifadeler kullandı:
“Görüntü çok güzel, daim olsun.”
Robînê min îşev bi hevalên xwe re 14 saliya xwe pîroz dike. Ev 14 sal in em hev mezin dikin. Ew ji min fêr dibe, ez jî ji wî. Ez rêzê lê digrim, ew jî li min digre. Rêwîtiyeke xweş e. 14 saliya te pîroz be Robînê min😘
Ji bo hayjêhebûna hilbijartina dersên kurdî em ê bimeş in
Tu jî şal û şapikên xwe li xwe bike û tevlî vê meşa me bi be
Kürtçe Seçmeli Ders farkındalığı için yürüyoruz.
Sen de yöresel kıyafetini giy ve yürüyüşümüze katıl.
Ne ji ber ku jin e hatiye kuştin, ji ber ku KURD e hat kuştin. Bi hezaran jin li her deverê ne, çima ew nayêne kuştin? Dewlet û nijadperest ne dijminê jina ne, dijminê KURDA ne, meselê bi vî alî û wî alî de nebin!
Türk, Arap ve Farsların devletleri var!
Arnavut, Boşnak, Gürcü, Abaza ve Çeçenlerin bağımsız veya federatif devletleri var!
Kıbrısta iki yüz bin Türkün bağımsız devleti var!
Bölgemizdeki 40 milyon Kürdün devlet veya federasyon istemeye hakkı yok, öyle mi?
SİZİ GİDİ BARBARLAR SİZİ
Îşkence dikin, dest davêjin bedena wan, dikujin û cenazeyê wan jî bi vî rengî bi ser Kurdan de dişînin. Xwedêgiravî îro roja mafên mirovan bû. Lê Kurdan ji mirovan nahesibînin.
Weyla li min Xerîbê!
#GaribeGezer
Ez li şûna malbata vî xortî bim, ezê bixwe heyfa kurê xwe hilînim û çi anîbin serê kurê min, deh qat bînim serê wan. Gilî milî, doz û mehkeme vala ne. Wan şeqamek li kurê min dabin, ezê dehan li wan bidim. Çareserî ev e.
Qêrîna dapîreke Kurd bo neviyên xwe: "Neviyên min gişt di dibistanê de çûn, de qisûra min nenêrin."
Canê ya 85 salî nişteciha gundê Şahintepe ya Bazarcixa Mereşê ye û neviyên wê di erdhejê de mirine.
#Erdhej
#Mere
ş
#deprem
Sînemxan got, pêwendiya wê û xwişk û birayê wê li gel bavê wê Mîr Celadet pir fermî bû. Nehate bîra wê ka bavê wê bi çi rengî bang li dayika wê dikir, lê Rewşen Xanimê ji Mîr Celadet re her demê gotiye Mîro.
Piştî ku dengdana hilbijartinên encûmenên parêzgehan bi dawî bû, Kurdan li kolanên Kerkûkê dest bi pîrozbahiyan kir
Li
#Kerk
ûk`ê piştî 18 salan hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin
Ez kurdeke hemwelatiya Holenda me. Ji Holenda, ji penîrê Gouda, ji azadî û lîberaliya Holenda hez dikim. Ezê îşev ji dil û can piştgiriya tîma Holenda bikim🫶⚽️🫶
Xanima karsaz û çalakvan
@NadirovaNarin
weke Endama Asambleya Kazaxistanê hatiye hilbijartin. Cara yemenîn e xanimeke Kurd cihê xwe di wê meclisê de digre. Îro seet 15.00 li ser vê mijarê dibe mêvana bultena me.
Ne rojekê tenê, em her roj bi keda xwe jiyanê ava dikin. Daxwaza me wekheviya maf û azadiya ye, ne kêm û ne zêde! Silav li jinên Kurd ên kedkar û mafxwaz!
#8
êAdarê
Dibêjin jineke tirk behsa jinên Kurd kiriye. Ez tu caran li xwe danaynim ji tirkekê re behsa zîrekî, serbilindî û azadiya jinên Kurd bikim. Hûn jî li xwe daneynin, ew ne li asta me ne. Tenê dikarin li pey me biaxivin.
Em serê sibehê ji Hewlêrê derketin. Me taştê li Duhokê xwar, firavîn li Nisêbînê û şîv jî li Amedê. Gul û gupik teqiya ne, lehiya biharê her der daye ber xwe🌺🌸🌼
Ez û Berpirsê Pêwendiyên Rûdawê Kek Mihemed Xoşnav çûn pêşwaziya hunermenda qedirbilind Aslîka Qadir. Ew mêvana Rûdawê ye û me amadekariyeke baş jê re kiriye. Emê bername û hevpeyvînên xweş pê re bikin.
Ev xortê 23 salî li ber çavê me tevan kuştin. Polîsê qatilê wî, îro li ber çavê me tevan azadkirin. Kuştina Kurdan di nezera dewleta tirkiyê de doh jî ne tawan bû, îro jî ne tawan e.