hûnê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
qet nebe,
emê bibin kurmik,
bikevin nav dexlûdanê we,
emê bibin qûmik,
bikevin nav pariyên nanê we,
emê bibin mar û mişk,
bi we vedin li nav nivînê we,
emê bibin mîkrop û şêrpençe,
biherimînin xwîna we
Fermandarê Nemir Tekîn Goyî