Agahdarî; min li ti saziyan perwerdeya zimanê Kurdî nedîtiye. Ger îro dinivîsim jî bi saya serê pirtûkan e û hewildana min a takekesî ye. Ji ber wê jî dibe ku xeletiyên min di nivîsandinê de hebin. Ne zimanzan im ne jî entel im. Kurd im û bi qasê dikarim bi Kurdî dijîm🤷🏻♀️
Ez gava din ketim twîtterê min nûçeya
#Mardin
û
#Nizip
dît moralê min zehf ket. Xwedê alîkarê wan kesên birîndar be. Û Xwedê sebrê bide malbatên ew kesên wefat kirî🤲
Keçeke me a Kurd ji twîta xwîşka Sena girtîye û gotiye êdî fêr bibin em Kurd bedew in û wêneyê xwe parve kirîye. Înşella ev mijar dirêj nebe û keçên me bi vî şiklê wêneyên xwe parve nekin. Çunkî hewce pê tune ye em xwe bi hinekan bidin ecibandin🙄
Ev hinek Kurdînivîsên me çima bi demê re derbasê tirkî dibin li vê Twitterê tişteke ku min jê fem nekiriye jî ev e. Mirov nizanibe nenivîse cuda ye, mirov bizanibe û nenivîse cuda ye😑
Îro cîraneke me hatibû malê piştê me suhbet kir êdî ew jinik ji min re bibêje rojbaş ezê derkevim derve lê binêrim ka rastî tav derketiye an na, ewqas yanî😂