Ev Kanala me ya Youtubê li benda we ye. Her êvar saet 19.00 zindî Nûçe û Analîz hene. Mîvan jî hene
Tenê hun jê kêm bûn, vaye hun jî tên, mesele temam e.
Bedran Dere
Eger PKK nexweşxaneyeke tirkan bombekiriba îro piraniya kurdan wê pir dijwarî ew şermezarkiriba.
Ji ber bombebarana nexweşxana Şengalê hê jî li bendê me 4 tirkên dost dakevin kolanan û dewleta xwe protesto bikin.
Neheq im gelo?
Li derdora min heval hene kurdiya wan pir xweş e, lê twîtan tim tirkî dinivisînin.
Dema dipirsim, bersivên hemûyan yeke: ‘tirkî zêdetir tê xwendin loma!’
Halbikî ne raste. Eleqeya bo Kurdî gelek zêdebûye.
Şivan Perwer sal bi sal cîwan dibe. Dengê wî yê efsanewî tim xwe nû dike. Şansekî mezin e ku kurd ev 45 salin xwedî Ozanekî mîna wî ne. Pir ba û bager dît lê tim li ser piyan ma. Pir pêlên mezin lêxist lê nexeniqî. Pir aşît di ser de hatin lê nefetisî. Ji ber ku ew ozanê gel e.
Ocalan dema ev axaftina xwe dikir 42 salî bû.
“ji şer û kuştinê nefret dikim, lê şertên koletî û bêrûmetiyê ku dewleta daye ser kurdan em mecbûrê şer kirine.
Vaye Newroz tê. Ka qaşo ji me re gotin Dehaq hatiye kuştin?
Heta kengê emê wekî berxê li ber kêrê li benda dora xwe bin? Çareyeke acil û maqûl lazim e.
Muhteşem e gelê me. Bixeyîde jî, bindest be jî, maxdûr be jî bawerî bi ruhê yekitiya netewî anîye. Pir şabin şukur bikin ku rihê serhildanê ji nû ve hat. ✌🏻✌🏻✌🏻✌🏻
Bifikirin Arşîva me ya netewî tine.
Muzeyeke Netewî tine. Akademiyeke Netewî tine. Berhemên kurdan ne di bin parastinê de ne. Dîroka me, arşîva me, hafiza me wenda dibe.
Di ser kuştina kurê te re hê 15 saet derbas nebûbû, tu bi kîjan ruhiyetî derketî televizyonan!
Kuştina kurdekî çiqas sûç be, kirîna kurdekî jî ewqas sûç e.
Tirs însanî ye, lê kirîn û firotina kesan sûç e.
Kurdistanek xeyal dikim ku tê de ti malbat, ti eşîr, ti tarîqat, ti sinif û tebaqa, ti herem, ti partî, ti sazî, ti kes ne serdest be. Herkes di pisporiya xwe de kedkar be.
Vê twîta min li derekî qeyd bikin. Selahattin Demirtaş tê berdan di siyaseta Tirkiye û Kurdistanê de dibe aktorê sereke. Erdogan têk diçe û ji bo neyê girtin Tirkiyê diterikîne.
Mamoste
@Fehim_Isik
hatiye studyoyên me dibêje ez ji te bedewtir û karîzmatîktir im.
Me îtîtiraz kir.
Neysekî me di dawiyê de li hev kir;
Me karîzma da wî, bedewbûn ji min re hişt!
Hema wisa hat bîra min.
Mehdî Zana yekem şaredarê kurd yê derveyê pergalê yê Amedê, têra xwe bedel da.
Gelo niha li kêderê ye, çi dike.
Weke wefadarî, gelo li Amedê kolanek yan cîhek bi navî wî heye?
Nizanim tenê dipirsim.
ENKS bila rabe rûnê ji PYD re sipas bike. Di demên herî kirîtîk yên êrişkariya tirkan de bi wan re hevkarî kir, îro bê pirs û bê mehkeme dibe hevkarê rêvebiriya Rojava.
Ez hevalên me yên ku rojnamevanên tirk rexne dikin fem nakim. Tirkek ji kurdekî re gotiye terorîst!! Ma pir xema me ye! Ma hun li hêviyê ne ku bêje leheng? Hunê piiir bisekinin.
Ma ji rêxê helaw dertê?
Gelo eger niv milyon kurdên Ewropayê 5 rojan li ser hev, şev û roj li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê çalakiya rûniştinê pêkbînin, bi îhtîmaleke mezin wê statuya kurdan û Kurdistanê neyê naskirin?
Fîlma Cîran ya Mano Xelil di festîvala filman ya Koreya Başûr de, weke filma herî baş hat hilbijartin û xelata yekemîn wergirt.
Film hem bi awayê mîzahê hem diramatik behsa êşa kurdan ya li ser sînorê perçekirê yê Kurdistanê dike.
👏🏼👏🏼👏🏼👏🏼
Gelo kes tine ji tirkan re bêje: yahu tuê çawa koka vana bînî? Bi hezaran dîplomat û burokratên Kurdan, bi hezaran xebatkarên çapemeniyê, siyasetmedar, bi sedhezaran şervan bi milyonan aktivist li çar aliyên Kurdistanê amade ne. Hunê çi çawa tine bikin?
Rojbaş hema wisa hat bîra min.
Gelo nivîskarekî-e kurd heye ku tenê bi nivîs û pirtûkên xwe debara xwe bike?
Em 40 milyon kes nikarin 40 nivîskaran xwedî bikin lê ji wan ‘rêya filitînê’ hêvî dikin.
Gerîlayekî li çiyayê Agiriyê tê girtin.
Li dadgeha tirk, Hakim jê diprse:
-Çi karê te hebû li çiyê?
Gerilla: li welatê xwe yê serbixwe digerim.
-Ma çi karê serxwebûna welatê te li çiyê heye?
Gerîla: çimkî ejdadên te ‘serxwebûna welatê min’ li Çiyê veşartin.
Min doh derziya duyem ya Moderna bikarani. Doh şev ji ber êşa mil ranezam. Îro jî pir bê hal im, mîna grîpek giran derbas bikim. Çi êş bêjin heye. Ya bi xêr. :)))
Hunermend pir nadîr tên nava civakan. Eger tu xwedî li wan derkevî tuê tim hebî. Eger wan rencîde bikî tuê jî rencîde bibî. Tu bi qasî hunermendên xwe heyî. Madem zanyarên te tine ne qet nebe hunermendên xwe biparêze. Me qîmeta Mizgîn nezanî. Heyf.
Ti tiştekî ji tirkan hêvî nakim. Ne kurdiya xwe ya muqades ne Kurdistan. Ne çepgirên wan ne parlemena wan. Ne êriş û ne terora wan.
Bila dev ji me berdin bicehnim herin. Em besê xwe ne.