HezKurd Profile Banner
HezKurd Profile
HezKurd

@HezKurd

4,531
Followers
0
Following
252
Media
458
Statuses

Hesabê #HereketaZiman êKurdî Yê Fermî #Ten êBiKurdî #HEZKURD #Ziman #Kurdish #KurdishEducation #Kurmanc î #Kirmanck î #Zazak î #K ürtçe

hezkurd.com , https://youtub
Joined July 2020
Don't wanna be here? Send us removal request.
@HezKurd
HezKurd
3 years
MIZGÎNÎ: Tê zanîn ku HezKurdê bi mebesta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, serî li Neteweyên Yekbuyî û UNESCO'yê dabû. UNESCO'yê,bi şêweyekî fermî û baldar bersiva HEZKURDÊ da û piştgiriya xwe anî ziman. Bi vê mizgîniyê, Em 15ê Gulanê,Roja CEJNA ZIMANÊ KURDÎ pîroz dikin.
Tweet media one
13
77
315
@HezKurd
HezKurd
3 years
AGAHÎ: Termê mamoste Qedrî Yildirim rakirin goristana "Yenîkoy" a li Amedê. Yên ku li Amedê bin, bila derbasî li wir bin..
Tweet media one
4
15
249
@HezKurd
HezKurd
4 years
Zimanê KURDÎ dibêje ku 📢 "Min 50 milyon Kurd afirandin, lê belê 50 milyon Kurd li min xwedî dernakevin!"
Tweet media one
8
50
219
@HezKurd
HezKurd
3 years
⬛NÛÇEYA REŞ : MAMOSTEYE MILETÊ KURD, PROF. DR. KADRÎ YILDIRIM ÇÛ LI BER REHMA XWEDÊ.. EM PIR XEMGÎNIN, SERÊ MILETÊ KURD SAX BE. 🙏🏻 "Çavkanî:Berdevkê HezKurdê Barij Celalî."
Tweet media one
17
22
211
@HezKurd
HezKurd
2 years
Zimanê Kurdî; man û nemana Neteweya Kurd e! #Kurdceye200Atama
Tweet media one
0
21
136
@HezKurd
HezKurd
3 years
JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURD Termê Mamoste Qedrî Yildirim rakirin goristana "Yenîkoy" ya li Dîyarbekirê. Îşev termê wî li wir dimîne. Sibê danê nîvro, piştî nimêjê yê were binaxkirin. Banga me ewe ku,nirxekî wek Mamoste Qedrî Yildirim tenê neyê hiştin û rêûresmek hêja pêk were.
Tweet media one
1
25
133
@HezKurd
HezKurd
3 years
🔷Tenê bila, nevîyên me rûyê me li pêş neyaran nizm nekin... Bi rêzdarî bi bîr tînin🙏🏻
Tweet media one
2
16
104
@HezKurd
HezKurd
3 years
AGAHÎ: #HEZKURD diherike li qadan! Ji bo agahdarkirina malbatên Kurd,hemî xwebexşên me dê derî bi derî bigerin. Roja şemîyê destpêk li Şirnexê bi pêşengiya rêvebirê HEZKURDÊ @felci_HezKurd em bi destpêdikin û pişt ra jî li bajarên din pêl bi pêl hetanî 21ê heyvê, #20HezarBro şûr
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
7
39
104
@HezKurd
HezKurd
2 years
🔷HEZKURDê îro bi mebesta 15ê Gulanê, #CEJNAZIMAN ÊKURDÎ li Amedê sê taxan(Ofîs, Rezan, Seyrantepê) bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî û bi wateya cejnê jî ji bo dikandar, gel û zarokan şekir û çîkoleta belavkirin. 🔸HEZKURD: Divê cejn di nava gel da, bi gel ra were pîrozkirin!
4
20
108
@HezKurd
HezKurd
2 years
Ziman, man û nemana Neteweya Kurd e. Ger ziman bê parastin, NIŞTIMAN her parastî dimîne! #200KurdceAtama
Tweet media one
8
29
100
@HezKurd
HezKurd
4 years
🆕HEZKURD roj bi roj mezin dibe û di nav Neteweya Kurd de bi avayêkî germ tê pêşwazîkirin. Civînên HEZKURDÊ bi şêweyekî coş û kelecan berdewam in. Di rojên pêş de,li Diyarbekir, Wan, Riha û Mêrdînê civînên me yê pêk werin, dîrok û cihên wan jî yê werin parvekirin. Çaverê bin..
Tweet media one
1
19
102
@HezKurd
HezKurd
3 years
Kî dinya hejand! EM BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN🙏🏻
Tweet media one
1
5
107
@HezKurd
HezKurd
2 years
AGAHÎ: #HEZKURD ê ji bo proseya waneyên hilbijarî, îro dest bi xebatên li qadan kir. Îro bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDÊ birêz Barij Celalî û aktîvîstên Zimanê Kurdî, li bajarê Mêrdînê xebata belavkirina belavokan destpêkir. Tê zanîn #HezKurd ê par 280 hezar belavok belavkiribû.
1
21
97
@HezKurd
HezKurd
2 years
Ji kerema xwe guh bidin genc û ciwanên Neteweya Kurd. #HEZKURD pêl bi pêl li seranserê welêt belav dibe û di dilê xwendekar û ciwanên Kurd de cîh digre. Ciwanên me êdî li dibistanan bi aşkere banga hişmendiya Zimanê Kurdî dikin, AFERÎN. #KurdiHilbijere #Kurd îHilbijêre #K ürtçe
2
24
94
@HezKurd
HezKurd
10 months
🔹Em wek rêveberîya #HEZKURD ê, çalakîya heq û aştîyane ya PLATFORMA CIWANÊN SERBIXWE @PCSerbixwe pîroz dikin û piştigiriya xwe radigihînin. Li hemî qadên Kurdistanê jiyana bi Kurdî têkoşîn û armanca me ya hevbeş e. Bi hêviya serketina PCSê. #SondaKurdi
Tweet media one
@RudawKurdi
RudawKurdi
10 months
#Amed - 10 endamên Platforma Ciwanên Serbixwe 'Sonda Jiyana bi #Kurd î' xwar Ew êdî tenê dê bi Kurdî biaxivin
49
194
703
2
18
95
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHIYA GIRÎNG: Her kesê ku dibêje ez Kurd im,divê xwe ji vê kampanyayê nede dûr. Ji ber bêrêziya li dijî Zimanê Kurdî em TirkTelekomê şermezar dikin û kampanya xizmetguzar��ya bi Kurdî didin destpêk kirin. Ji kerema xwe îmze û belav bikin. #RT #HEZKURD
0
39
92
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Kar û xebatên HezKurdê bi şêweyekî coş û kelecan berdewam in. Tevlêbûnek pir baş û bi wate pêk hatiye û her roj jî zêde dibe. Ji hemî beşên welatê me,ji derveyî welêt û ji lobiya Kurd jî beşdariyeke bêhemta pêk hatiye. Çaverê bin,di demek nêzîk de guherînên baş yê çêbin.
Tweet media one
3
15
91
@HezKurd
HezKurd
4 years
🆕Ji kerema xwe, hesabê me parvebikin da ku bigîhêje hemî Kurdan û hemî dildarên Zimanê Kurdî. Hişmendîya Zimanê Kurdî û pêşketina Zimanê Kurdî, dê bibe sedema serkeftin û azadiya Kurdan jî. DESTXWEŞÎ JI BO WE..
Tweet media one
1
37
84
@HezKurd
HezKurd
2 years
21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî li hemî neteweyan pîroz be. Ji ber erdheja ku li welat me qewimî, me xebatên xwe yên ji bo roja zimanê zikmakî betal kirin. Dubare derbasî be ji bo mexdûrên erdhejê û serê Miletê Kurd sax be. #Erdhej #Earthquake #21 êSibatê #Ziman êKurdî
Tweet media one
3
25
87
@HezKurd
HezKurd
3 years
◼️Ne xwînxwarin em, Aştîxwazin em, Serdarên bilind, Gernasin her dem! ✒️CEGERXWÎN✒️ Bi rêzdarî bibîr tînin..
Tweet media one
0
15
85
@HezKurd
HezKurd
3 years
◼️Bi rêzdarî, bi bîr tînin🙏🏻
Tweet media one
0
14
87
@HezKurd
HezKurd
4 years
🆕Zimanê zikmakî, welatê neteweyekî ye. Ziman nîşaneya hebûna milletekî ye. Ku zimanê neteweyî were wendakirin,pişt re hestên neteweyî û di dawiyê de jî niştiman tê wendakirin! Ger em dixwazin mîna hemî neteweyan li vê cîhanê ebed bimînin,divê em zimanê Kurdî biparêzin. #HezKurd
Tweet media one
0
23
81
@HezKurd
HezKurd
3 years
AGAHÎ: Îro bi awayekî hemwext, bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDÊ Barij Celalî li taxên Seyrantepe û Rezan yên li Amedê, Û bi pêşengiya rêvebirê HEZKURDÊ Fethullah Elçî li Şirnexê, bi tevahî 10 hezar biroşûr hatin belavkirin. Kampanya dê heta 21ê heyvê li bajarên din jî berdewam be.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
6
21
76
@HezKurd
HezKurd
3 years
SERSAXÎ: Leman Beşîkçî xanim, hevjîna dostê Kurdan birêz Îsmaîl Beşîkçî jiyana xwe ji dest da. Em sersaxîya birêz Îsmaîl Beşîkçî û hemî malbata wî dixwazin. Cîhê wê bihuşta bêdawî be.
Tweet media one
0
16
78
@HezKurd
HezKurd
3 years
🔷Zarok no, kî ji we ji Kurdî hezdike? 🔸 Ezzzzz.....🙋🏻‍♂️🙋‍♀️🙋🏼‍♂️🙋🏼‍♀️ Bi zarokan ra Kurdî biaxivin, têkiliya xwe baş û germ lidarxin. Spas ji bo Berdevkê HezKurdê birêz Barij Celalî @BrjCelali ,ku bi zarokan re wek heval tevdigere..🙏🏻
2
8
79
@HezKurd
HezKurd
7 months
HEZKURD bi endamên xwe yên ciwan li kolanan ji bo Zimanê Kurdî dixebite. Hûn jî dikarin li derûdora xwe, ji bo hişmendiya Zimanê Kurdî belav bibe û zarokê me li dibistanan fêrî zimanê zikmakî bibin, xebatên xwe pêk bînin. #Kurd îHilbijêre #AnaDilimiSe çiyorum #Kurd î #K ürtçe
0
28
79
@HezKurd
HezKurd
3 years
⬛SERSAXÎ JI BO MILETÊ KURD Û MALBATA RADYOYA REWANÊ Keremê Seyêd, temsîlvanê dîroka veşartî bû. Ji qûntarê çîyayê Elegezê hetanî Makûyê, ji Erdêxan,Qers û Îdirê hetanî zozanên Celaliyan yên li pêşa Çîyayê Agirîyê, hemî dever bi dengê Keremê Seyêd geş dibûn. Cîhê te bihuşt be🙏🏻
Tweet media one
Tweet media two
2
13
69
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ:Hereketa Zimanê Kurdî bi biryara navendî,sala 2021an wek sala #Ziman êKurdî diyar kir. Em hêvî dikin ku Neteweya Kurd,bi hemî hêz û heza xwe piştgiriya vê biryarê bike. Ji bo vejîna Zimanê Kurdî li bakûrê welêt,divê her kesekî Kurd bibe pêşeng. Sersala we pîroz be! #Kurd î
Tweet media one
1
8
75
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Kampanya ku HezKurdê li Amedê dabû destpêkirin, li Şirnexê jî destpêkir. HezKurdê ji bo zarokan û yên ku Kurdî baş nizanin,kartên rengan û hejmarên bi Kurdî û Alfabeya bi Kurdî amade kiribû. Îro jî rêvebirê me birêz @fethullahelci73 li qadan,di nava gel û zarokan da bû🥰
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
13
68
@HezKurd
HezKurd
4 years
Ezîzê, ezîzo..
Tweet media one
1
16
70
@HezKurd
HezKurd
2 years
🔸Guh bidin vê keçika delal û xwedî li zimanê xwe derkevin. 🔸Zimanê Kurdî, man û nemana Neteweya Kurd e! #K ürdceyeEkAtama #KurdceyeEkAtama #Kurdceye200EkAtama #kurdceye200atama #Kurd î #Kurd #TwitterKurds #HEZKURD
2
25
74
@HezKurd
HezKurd
4 years
Berdevkê HezKurdê Barij Celalî: #Bij îDalKurd. Ger navê Dalkurdê û logoya wê were guhertin, bi sond û peyman em êdî bi ti awayî piştgiriya wan nakin û li her derê jî, tim wan sûcdar dikin! Bila hişê xwe winda nekin! Bijî DalKurd, bijî logoya Dalkurdê û Bijî PEYVA KURD! @DalkurdFF
Tweet media one
Tweet media two
1
8
74
@HezKurd
HezKurd
2 years
🔷JI BO RAYA GIŞTÎ HEZKURDê bi mebesta pêşeroj û pêşveçûna Zimanê Kurdî,di 14,15 û 16ê Avrêlê de serdana tevger û partiyên siyasî yên li Kurdistanê kir. HEZKURDê bi PAK, Hereketa Azadî, CNK, PSK, PÎA, KKP, HAKPAR, HDP û HUDAPARê ra hevdîtin pêk anî. Serdanên me dê berdewam bin.
Tweet media one
0
11
68
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: #HEZKURD bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî,di nava miletê xwe de ye û taybet ji bo zarokên Kurd û malbatên Kurd surprîzên HezKurdê hene. Emê di 19,20,22 û 23yê Sibatê da bi hezaran Alfabeya Kurdî,kartên rengan û hejmarên bi Kurdî belav bikin. Çaverê bin🥰
Tweet media one
2
21
68
@HezKurd
HezKurd
3 years
⬛Bibin yek, Ji hev du hezbikin, Hevdu nefiroşin! Bi rêzdarî..
Tweet media one
0
13
67
@HezKurd
HezKurd
10 months
◼️ Seyîd Riza, Pîrê Ma Yo... Bi rêzdarî bibîr tînin 🙏🏻 🍀 #SeyidRiza #Sey îdRiza #D êrsim
Tweet media one
@HezKurd
HezKurd
2 years
◼️ Seyîd Riza, Pîrê Ma Yo... Bi rêzdarî bibîr tînin 🙏🏻 🍀 #SeyidRiza #Sey îdRiza #D êrsim
Tweet media one
2
9
64
0
11
65
@HezKurd
HezKurd
3 years
AGAHÎ: Heyf û mixabin, nahêlin em şîna xwe jî bikin. Di rêûresma binaxkirina mamosteyê rêzdar Kadrî Yildirim da, Kurdan xwest ku Alaya Kurdistanê deynin li ser tabûta wî. Lê asayîşê rê neda. Rêveberî û endamên HezKurdê û kesên sivîl bertek nîşan dan û ala nedan destê polêsan!
0
20
63
@HezKurd
HezKurd
3 years
Li başûrê welêt, Kurmancên me bi Soranî, Soranên me jî bi Kurmancî dizanin. Li bakurê welêt, divê Kurmancên me dest bi fêrbûna Kirmanckî/Zazakî bikin, Kirmanc/Zazayên me jî dest bi fêrbûna Kurmancî bikin. Neteweperweriya Kurdan, bi zanîna hemû zaravayên Kurdî, dê serbikeve.
Tweet media one
0
8
59
@HezKurd
HezKurd
3 years
🔷15ê Gulanê CEJNA ZIMANÊ KURDÎ li hemî Neteweya Kurd pîroz be. bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî temaşe bikin, bi Kurdî bijîn! HEZKURDÊ ev helbesta nû(BIBE XWE)ji bo 15ê Gulanê amadekirîye. Guhdarî û PARVEKIRIN xweş 😉
0
16
65
@HezKurd
HezKurd
3 years
🌹Bi taybetî, roja Dayîkên Kurd û hemî dayîkên li cîhanê pîroz be...
Tweet media one
0
14
63
@HezKurd
HezKurd
2 years
🔷Em in Kurmanc in, Kelhor, Lor û Gor... Em in Zaza ne, Soran, Lor û Gor... Em in em Kurd in, Li jêr û li jor... Bi sed salan e, zimanê me bindest e! Zimanê qedîm, Zimanê zengîn, Zimanî Kurdî, Zimanê şîrîn. #Kurd î #Kurdish #K ürdçe #Kurdceye200Atama
Tweet media one
0
8
66
@HezKurd
HezKurd
4 years
⚠️AGAHIYA GIRÎNG: Helmeta ku #HezKurd ê ji bo Zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê perwerdehiyê dabû bi despêkirin, bi alîkariya kesên xwebexş û navdar pêl bi pêl mezin dibe. Xwe nedin li paş,alîkar bin û belav bikin. #RT Ziman mafekî mirovî û îlahî ye! 👉🏽
1
16
59
@HezKurd
HezKurd
4 years
Berdevkê HezKurdê Barij Celalî û berpirsê dîplomatîk @fethullahelci73 çûn serdana kesayetiyê hêja û xemxurê Miletê Kurd birêz @MamosteKadri Kadrî Yildirim li nexweşxaneya Memorial a Amedê. Li gel wî û xanima wî axivîn,rewşa birêz Yildirim baş dibe. Silavên wî ji dostan ra hebû.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
2
4
58
@HezKurd
HezKurd
4 years
Kurdno, malîavano, Him bibêjin em Kurd in, Him jî bi Kurdî biaxivin..
0
12
62
@HezKurd
HezKurd
2 years
Ji Brezîlyayê birêz Marîyana @mary_f_2017 bi mebesta 15ê Gulanê (CEJNA ZIMANÊ KURDÎ) peyamek ji bo HEZKURDê û Kurdan şandiye. Em spasiya Mariyana Xanimê dikin ku,weke dosteke Kurdan bi dilê xwe yî xweşik ji me ra surprîz kir. 🔸Obrigada linda Mary. Todos os Curdos te amam muito.
1
12
60
@HezKurd
HezKurd
2 years
AGAHÎ:Roja şemîyê di saet 15.00an da,li gelek bajarên Kurdistanê û hin metropolên Tirkîyê ku Kurd lê dijîn,HEZKURD dê daxuyaniya çapemeniyê bide. Babet: *Terxankirina tenê 3 mamosteyên Kurdî. *Astengîyên li pêş dersên hilbijarî yên Kurdî. *Daxwazên saziyên sivîl,bo Zimanê Kurdî.
Tweet media one
0
19
62
@HezKurd
HezKurd
4 years
Ziman şeref e, şerefa xwe binpê nekin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila dayik û bavên Kurd, heta 21ê meha Rêbendanê, ji bo zarokên xwe yên li dibistana navîn, dersa Zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî û Zazakî/Kirmanckî bijbêrin. HezKurd piştgirî û pêşengiya vê bangê dike.
Tweet media one
1
17
64
@HezKurd
HezKurd
3 years
🔷Azadî ji bo mamosteya hêja,mamosteya Neteweya Kurd #ZaraMohammadi , şermezarî û rûreşî ji bo dewleta #Iran 'ê. Em hepis kirina mamosteya Kurd,Zara Mihemedî bi tundî şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekgirtî @UN dikin ku,di vê derbarê da helwesta xwe li dijî #Iran ê nîşan bide!
Tweet media one
1
12
59
@HezKurd
HezKurd
4 years
Ne tenê jiyan, Mirin jî bi Kurdî xweş e, ken û girîn jî.. Hezkirin, Ken, Girî, Şahî, Evîn, Heta ku dijûn û dijminatî jî bi Kurdî xweş in! Kurdno, malîavano.. Hem bibêjin em Kurd in, hem jî bi Kurdî biaxivin.
0
8
60
@HezKurd
HezKurd
2 years
◼️ Seyîd Riza, Pîrê Ma Yo... Bi rêzdarî bibîr tînin 🙏🏻 🍀 #SeyidRiza #Sey îdRiza #D êrsim
Tweet media one
2
9
64
@HezKurd
HezKurd
4 years
⚠️Sê armancên HezKurdê yên bingehîn hene. 1- Fermîbûna Zimanê Kurdî, 2- Ji dibistanên seretayî da heta zanîngehan, perwerdeya bi zimanê Kurdî, 3- Rê li ber girtina bişavtinê û pêşî lê girtina talankirina çanda Kurdan. Îadekirina navê gund, bajarok û bajarên Kurdan. Barij Celalî
0
9
59
@HezKurd
HezKurd
2 years
Zimanê Kurdî, man û nemana Neteweya Kurd e.. #Kurd çeye200Kadro
Tweet media one
1
18
59
@HezKurd
HezKurd
4 years
Zarokên Kurdan û malbatên Kurd,spasiya xwe ji me ra şandin e.Hemî pêlîstokên xwe avêtine,bi kartên Kurdî re mijûl dibin û fêr dibin🥰 HezKurd,spasiya malbatên Kurd dike ku ev wêne şandin e. Û em soz didin ku,ev kampanyayên me dê berdewam bikin. HezKurd him DIAXIVE him jî DIKE!
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
3
11
54
@HezKurd
HezKurd
4 years
✨🎉21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li hemî neteweyên ku zimanê wan qedexeye pîroz be û bi taybet jî li Kurdan û Zimanê Kurdî pîroz be Ziman hîmê neteweyan e, man û nemana neteweyî ye! Ji kerema xwe taga me bikar bînin RT û FAV bikin,da ku bibe rojev. #Ferm îbûnJiBoKurdî
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
18
55
@HezKurd
HezKurd
4 years
HEZKURD hemî kar û xebatên xwe ji bo Zimanê qedîm û resen, Zimanê Kurdî dike. Zimanê te tune be, tu mirî yî!
Tweet media one
0
12
55
@HezKurd
HezKurd
7 months
HEZKURD bi endamên xwe, li gund û taxên Silopîyê ji bo agahdarkirina proseya dersên hilbijarî belavokan belav dike. #Kurd îHilbijêre #ZimanXetaSorE #Kurmanc î #Zazak î #K ürtçe #AnaDilimiSe çiyorum #Kurdish #Ziman êKurdî
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
1
23
63
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: #HezKurd ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, îro li kolan û sûkên Amedê bi hezaran kartên rengan, hejmaran bi Kurdî û karta Alfabeya Kurdî belavkir. HezKurd him DIAXIVE him jî DIKE! Em spasiya @k24_Kurmanci , @RudawKurdi û @kurdistantvHD dikin ku bûn dengê me💐
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
18
48
@HezKurd
HezKurd
3 years
⬛SERÊ NETEWEYA KURD SAX BE... KÜRD ULUSU'NUN BAŞI SAĞ OLSUN... #KonyadaKatliam #Konya #Genocide #Kurd #TwitterKurds #Soyk ırım
Tweet media one
1
14
57
@HezKurd
HezKurd
2 years
◼️AGAHÎ: Hemî xwebexşên HEZKURDÊ ji bo alîkariya Miletê Kurd amade ne. Bi taybetî, ji bo cîhê lê mayînê deriyê me ji hemî kesan ra vekiriye. Derbasî be WELATÊ ME. #Erdhej #Earthquake #deprem
Tweet media one
0
15
55
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Hereketa Zimanê Kurdî hemî parvekirin,kiryar,daxuyanî û çalakiyên xwe bi Zimanê Kurdî dike û daxwaz ji hemî dildarên xwe dike ku, ew jî hemî jiyana xwe bi Kurdî bijîn. Lê di destpêkê de,hin dildar û xebatkarên me bi avayêkî baş Kurdî nizanin,ev yek jî encama helandinê ye!
Tweet media one
1
9
53
@HezKurd
HezKurd
8 months
HEZKURD bi endamên xwe yên ciwan li kolanan ji bo Zimanê Kurdî dixebite. Hûn jî dikarin li derûdora xwe, ji bo hişmendiya Zimanê Kurdî belav bibe û zarokê me li dibistanan fêrî zimanê zikmakî bibin, xebatên xwe pêk bînin. #Kurd îHilbijêre #AnaDilimiSe çiyorum #Kurd î #K ürtçe
1
15
55
@HezKurd
HezKurd
4 years
Zimanê Kurdî, zarê şîrîn û bêhempa..
Tweet media one
0
7
52
@HezKurd
HezKurd
1 year
◼️Bi rêzdarî bibîr tînin... #CeladetEl îBedirxan
Tweet media one
0
15
54
@HezKurd
HezKurd
2 years
JI BO RAYA GIŞTÎ Ji bo xebatên Zimanê Kurdî, HEZKURD bi hemî kesayet û saziyên rêzdar yên sivîl ra bi avayêkî xwezayî, xwe hevkar û şirîk dibîne. Yek ji van kesayetiyên rêzdar jî birêz @HudaiMorsumbul Xudaî Morsumbul e. Di despêkê da heta roja îroyîn, birêz Morsumbul weke...👇🏽👇🏽
Tweet media one
0
17
54
@HezKurd
HezKurd
4 years
⚠️HETA KU ZIMANÊ KURDÎ NEBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ, MEŞA HEZKURDÊ BI DAVÎ NABE! Ji bo helmet/kampanyaya Zimanê Kurdî pêş bikeve û belav bibe, divê hemî Kurdên dilsoz piştgiriya ve pêngava pîroz bikin. Em wek HezKurd,spasiya hemî alîgirên vê pêngavê dikin.
0
9
51
@HezKurd
HezKurd
4 years
HEZKURD hemî kar û xebatên xwe ji bo Zimanê qedîm û resen, Zimanê Kurdî dike. Zimanê te tune be, tu mirî yî!
Tweet media one
1
11
48
@HezKurd
HezKurd
3 years
🍬 Cejna Kurdên Misliman û dostên wan pîroz û bimbarek be. 🔸Bi hêviya cejnên azad û Kurdewar. 🔸Em hêvî dikin ku, Neteweya Kurd hemî cejn û şahî û rojên xwe, bi zimanê zikmakî derbas bike.
Tweet media one
2
9
47
@HezKurd
HezKurd
4 years
🆕AGAHÎ Û HIŞYARÎ : Ji bilî vî hesabî, ti hesabên Hereketa Zimanê Kurdî/HezKurdê tuneye. Her çendî hin alîgir û dildarên HezKurdê, profîla xwe bi wêne û dîmenên HezKurdê bixemilînin jî, hemî parvekirinên wan ji me dûrin û tenê wan girêdide. Têbinî: HezKurd dûrî hemî hizban e!
Tweet media one
2
4
48
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ(Kurmancî): Kanala HezKurdZAROK ava bû, pîroz be. Ji bo zarokên Kurd, me hinek amadekarî pêk anîne. Ji kerema xwe bibin ABONEYÊ/A kanala me da ku hûn ji kar û xebatên me bêpar û bê agahî nemînin. 👉🏽 Kanala Zarokan
Tweet media one
1
16
51
@HezKurd
HezKurd
4 years
Ziman şeref e,şerefa xwe binpê nekin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê Kurdî hebûna û nasnameya Neteweya Kurd e. Kurd ji kîjan partî,rêxistin, hizb û îdeolojiyan dibin bila bibin, dema ku mijar dibe Zimanê Kurdî,divê bertekek yekgirtî nîşan bidin. Kurdî dahatû ye! #K ürtçe
Tweet media one
0
15
47
@HezKurd
HezKurd
2 years
Bi xeml û rewş e, Şîrîn û xweş e, Şîrîn û xweş e, Zimanê Kurdî! #Kurdceye200EkAtama
0
14
52
@HezKurd
HezKurd
2 years
🔷Bi rêzdarî bibîr tînin.. 🙏🏻 Neteweya Kurd, leheng û rêberên xwe ji bîr nake!
Tweet media one
0
5
47
@HezKurd
HezKurd
2 years
◼️Bi rêzdarî bibîr tînin..🙏🏻 Kes nebê #Kurd dimirin, Kurd jîn dibin, Jîn dibin qet nakeve, Ala Kurdan! Serok û Pêşewa #Qad îMihemed û hemî rêhevalên wî, ti car ji dilê bi milyonan Kurd dernakevin!
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
10
51
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Dildarên HezKurdê HezKurdê, platforma weşana zindî ya muzîka Kurdî ku 24saetan bi hemî zaravayên Kurdî weşanê dike, ava kir. Hûn dikarin lînka wê li ser ekrana telefon û computera xwe tomar bikin û bê reklam û bê navber muzîka Kurdî guhdar bikin.
Tweet media one
3
12
48
@HezKurd
HezKurd
1 year
AGAHÎ: Kursa Zimanê Kurdî ya onlîne dest pê dike. Yên ku dixwazin fêrî Zimanê Kurdî bibin,bila li ser malperên me yên medya civakî ra peyama beşdarbûnê bişînin. Ziman NIŞTIMAN e, ger ziman bê parastin NIŞTIMAN her parastî dimîne! #Ziman #Kurd î #KurdishEducation #Kurdish #K ürtçe
Tweet media one
0
26
51
@HezKurd
HezKurd
4 years
🔶Zimanê Kurdî, zimanê herî resen û kewnare li ser rûyê cîhanê. Divê hemî Kurd, taybet jî Kurdên li bakurê welêt, xwedî li zimanê xwe derkevin. Hetanî 21ê vê mehê, divê hemî zarokên ku li polên 5,6,7 û 8an dixwînin, dersa Zimanê Kurdî bijbêrin. #HEZKURD #DersaKurd îHildibijêrim
Tweet media one
3
12
51
@HezKurd
HezKurd
4 years
"Pelên darê diçin,fêkiyên darê dikevin,çiqilên darê dişikên,qut dibin tiştek bi darê nayê.Le ku reha darê birize û têk biçe,dar jî wê demê têk diçe. Reh/koka Miletê Kurd jî,zimanê Kurdî ye,ku zimanê me têk biçe,em namînin!" Endamê HezKurdê,Barij Celalî:
1
7
45
@HezKurd
HezKurd
4 years
Hereketa Zimanê Kurdî li ser hemî partî, dezge, rêxistin, hizb û îdeolojiyan re ye. Hereketa Zimanê Kurdî sîwana hemî Kurdan e, mala hemî Kurdan e. Hereketa Zimanê Kurdî cabila/xerca hîmê mala me Kurdan e.
Tweet media one
0
11
46
@HezKurd
HezKurd
4 years
MIZGÎNÎ: Malpera HezKurdê, ya fermî di xizmeta we da ye. Îro pê de hemî agahî, daxuyanî, xebat û çalakiyên me dê li ser malpera me ya fermî werin weşandin. HezKurd mala hemî Kurdan e.
2
5
45
@HezKurd
HezKurd
4 years
Bila baş bê zanîn ku,HEZKURD rêxistinek neteweyî ye û ji bilî berjewendiyên Kurdan, ti armancek wan nîne! Di bin banê HezKurdê da çepgir, rastgir, lîberal, oldar, sekuler, neteweperwer, sosyalîst heta ku nîjadperest jî hene. Lê belê tenê rojevek wan heye, ew jî ZIMANÊ KURDÎ ye!
Tweet media one
0
12
47
@HezKurd
HezKurd
1 year
🔷 Bi rêzdarî bibîr tînin...
Tweet media one
0
5
50
@HezKurd
HezKurd
4 years
Armanca HezKurdê ewe ku, hişmendiya zimên bide her Kurdekî, da ku li hemî qadên jiyanê de, Kurdî berbiçav be û were axaftin. Li kafeyan, çayxaneyan, aşxaneyan, kuçe, sûk û kolanan, bazar û dikanan, park, Mizgeft û Cemxaneyan. Li hemî deran Zimanê Kurdî berbiçav bikin.
0
12
47
@HezKurd
HezKurd
8 months
BASINA VE KAMUOYUNA 🔹Bilindiği üzere,15 Ekim 2020 tarihinde her fikir,düşünce,ideoliji ve inançtan insanların yer aldığı Diyarbekir merkezli geniş katılımı, sivil bir dil hareketi olan Kürdce Dil Hareketi/ #HEZKURD kuruldu. Her fikirden insanların hareketimize katılm sağlamsı..
Tweet media one
@HezKurd
HezKurd
8 months
JI BO RAYA GIŞTÎ. 🔹Tê zanîn ku di 15ê Cotmeha 2020 navenda wê li AMEDÊ bi beşdariya ji hemî fikr, raman, bîrdozî û ayînên cur bi cur me tevgera Zimanê Kurdî HEZKURD avakiribû û dest bi xebatên xwe yên ji bo Zimanê Kurdî û Neteweya Kurd kiribû...
Tweet media one
1
14
45
1
15
49
@HezKurd
HezKurd
3 years
🍬Roşanê Kurdên Musulman o dostê înan pîroz o bimbarek bo. 🔸Hêvîya roşanên azad o Kurdwarî. 🔸Ma hêvî kenê ko Miletê Kurd û heme roşan, şahî o rocên xo bi ziwanê may xo bivê ro.
Tweet media one
2
9
45
@HezKurd
HezKurd
3 years
#ZimaneMeHebunameye 🔶Berdevkê HEZKURDÊ Barij Celalî,li dijî daxuyaniya wezîrê Tirkîyê #ZiyaSel çuk bertek nîşan da. 🔹"Mafê zimên,ne cihê nîqaşê ye." 🔹"Kurd ji zimanê xwe derbas nabin." 🔹"Divê mijara zimên bikeve rojeva dinyayê,em vê yekê dikin." 👉🏼
1
11
43
@HezKurd
HezKurd
4 years
Ziman hîmê neteweyan e. Ya ku neteweyan ji hev cûda dike ziman e. Divê Kurd,him ji sîstemên ku tê de dijîn,him jî ji partî û cemaetên xwe,daxwaza mafê zimanê xwe bikin. Hişmendiya zimên tune be,daxwaza zimên jî nabe. Berdevkê HezKurdê:Barij Celalî 👉🏽
2
7
46
@HezKurd
HezKurd
2 years
AGAHÎ: Bi avayê onlîne(Zoom) kursa Zimanê Kurdî dest pê dike. Yên ku dixwazin fêrî zimanê xwe bibin,bila beşdarî dersên Kurdî yên onlîne binin. 🔸Ji kerema xwe RT bikin da ku bigîhêje zêdetir kesan. "Zimanê Kurdî,man û nemana Neteweya Kurd e" #RT #PARVEBIKIN #DERSAKURD Î #KURD Î
Tweet media one
2
28
46
@HezKurd
HezKurd
6 months
◼️Komkujî/jenosîd a kîmyewî ya ku li dijî Neteweya Kurd pêk hat, hemî cîhan bi bêdengîya xwe bû şirîk û berpirs! Helebce qet ji bîr nabe. Em pakrewanên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. #GenocideHalabja #Halabja #Helebce #Jenos îd #Halep çeSoykirimi #Kurdish #KomkujiyaHelebce #Halep çe
Tweet media one
0
14
47
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: #HezKurd bi hezaran kartên rengan bi Kurdî,kartên hejmarên bi Kurdî û Alfabeya bi Kurdî belav dike, ji bo zarokên Kurdan û malbatên Kurd. Her wiha di nav da belavokek bi zaravayê Zazakî,Kurmancî û bi tirkî jî heye ku li ser hişmendiya zimên û rewatiya zimên sekinîye.👍🏼 🥰
Tweet media one
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: #HEZKURD bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî,di nava miletê xwe de ye û taybet ji bo zarokên Kurd û malbatên Kurd surprîzên HezKurdê hene. Emê di 19,20,22 û 23yê Sibatê da bi hezaran Alfabeya Kurdî,kartên rengan û hejmarên bi Kurdî belav bikin. Çaverê bin🥰
Tweet media one
2
21
68
1
16
45
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Bi mebesta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê,sibe saet 12.30an da #HEZKURD li Amedê çalakiyek taybet pêk tîne. Bi şiyara #HerMalekDibistanek #HerJinekMamosteyek helmetek nû dide bi despêkirin û mal bi mal digere,jinên Kurd kom dike û 8ê Adarê li Bakûr dibe destpêka proseyek nû!
Tweet media one
1
16
45
@HezKurd
HezKurd
1 year
◼️Komkujî/jenosîd a kîmyewî ya ku dijî Neteweya Kurd pêk hat, hemî cîhan bi bêdengîya xwe bû şirîk û berpirs! Helepçe qet ji bîr nabe. Bi rêzdarî bibîr tînin.
Tweet media one
0
11
46
@HezKurd
HezKurd
1 year
◼️Rêya te rêya rastî û rizgariyê bû. Em te û hemî pakrewanên Neteweya Kurd, bi rêzdarî bibîr tînin 🙏🏻 "Şêr di şikeftê da bi birçîna bimire jî, çavê wî naçe li ser nanê kûçikan!" #ŞehîdŞêxSeîd
Tweet media one
0
8
47
@HezKurd
HezKurd
2 years
🔷Rêveberîya HEZKURDê ji bo hevkarîya di navbera saziyên sivîl ya li ser zimên, yek bi yek serdana hemî saziyên rêzdar dike. Heyeta me hefteya borî serdana @mardinbarosu , îro jî serdana @UrfaBarosu ê kirin. Spasiya mazûrvanîya van saziyên hêja dikin. Divê qada sivîl bi hêz be!
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
1
6
45
@HezKurd
HezKurd
2 years
AGAHÎ: Salnameya proseya waneyên hilbijarî ji ber sedemên ne diyar, hîna jî ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ve nehatiye eşkerekirin. 🔷HEZKURD vê yekê ji rayagiştî re radigihîne ku, ev nêzîkatî nayê qebûlkirin û ti hêz nikare pêşiyê li bilindbûna hişmendiya Zimanê Kurdî bigire!
Tweet media one
1
15
44
@HezKurd
HezKurd
8 months
JI BO RAYA GIŞTÎ. 🔹Tê zanîn ku di 15ê Cotmeha 2020 navenda wê li AMEDÊ bi beşdariya ji hemî fikr, raman, bîrdozî û ayînên cur bi cur me tevgera Zimanê Kurdî HEZKURD avakiribû û dest bi xebatên xwe yên ji bo Zimanê Kurdî û Neteweya Kurd kiribû...
Tweet media one
1
14
45
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Destpêkê da HezKurdê soz da ku yê dakeve li qadan û li gel neteweya Kurd kar û xebatên hişmendiya zimên pêk bîne. Roja Înê li Amedê,îro li Şirnexê,sibe li bajarekî din. Em daxwazê ji we dikin,sozên ku em didin neteweya xwe,bişopînin û dema ku nehat li cîh,me kevir bikin🥰
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Kampanya ku HezKurdê li Amedê dabû destpêkirin, li Şirnexê jî destpêkir. HezKurdê ji bo zarokan û yên ku Kurdî baş nizanin,kartên rengan û hejmarên bi Kurdî û Alfabeya bi Kurdî amade kiribû. Îro jî rêvebirê me birêz @fethullahelci73 li qadan,di nava gel û zarokan da bû🥰
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
Tweet media four
1
13
68
0
10
42
@HezKurd
HezKurd
4 years
Hereketa Zimanê Kurdî,ji bo 3 armancan bi rê ketiye 1-Fermîbûna Zimanê Kurdî, 2-Perwerdeya bi Zimanê Kurdî, li dibistanên seretayî da heta zanîngehan, 3-Îadekirina hemî nav û nirxên Kurdan, yên çandî,hunerî,erdnîgarî û dîrokî ku hatibûn guhertin. #Kurd î, #Kurdk î Kürtçe #Kurdish
Tweet media one
0
9
40
@HezKurd
HezKurd
3 years
AGAHÎ: Em spasiya @dengepirtukan dikin ku, bi şêweyekî dilnizm tev li kampanyaya zimên bûn û mil dan vî barê giran. Sazîya hêja, DENGÊPIRTÛKAN, soza 100 abonetiyên salane da xwendakarên ku Kurdî hilbijêrin. Piştî dibistanan destpêkir, bila mamoste @mmstynkurdi me agahdar bikin.
Tweet media one
0
14
45
@HezKurd
HezKurd
4 years
AGAHÎ: Navenda Rêveberiya HezKurdê îro civînek asayî pêk anî. Di civînê da,li ser mijara "DI NAVA SAZÎ, RÊXISTIN, û PARTIYÊN KURDAN DA, NÊZÎKATIYA ZIMÊN DI ÇI REWŞÊ DA YE" hat rawestandin. Di rojên pêş da hemî partî, sazî û dezgehên Kurdan dê bibin muxatabên pirsên me yên tund!
Tweet media one
3
5
42
@HezKurd
HezKurd
2 years
Îro Cîgirê Wezîrê Çand û Ciwanan yê Herêma Kurdistanê birêz Dr. Salar Osman û hevrêyên xwe,li Amedê serdana HEZKURDê kirin. Hevdîtin bi rêvebirên HEZKURDê @BrjCelali û @felci_HezKurd re pêk hat. Her wiha bi hev re serdana gora Prof. Kadrî Yildirim û nivîskar Mehmed Uzun jî kirin.
Tweet media one
Tweet media two
Tweet media three
0
6
39