Gelî Kurdên bi rûmet.
Li ser hesabên internetê
hev bi şopînin. Bi taybet hunermend,rewşenbîr,nivîskar û sîyasetmedarên xwe bi şopînin.Wê çaxê hûnê hevdû baş nas bikin û ji hev hez bikin.
Maxazîn:
Şahê Bedo bi kêrên dagirkerîyê,bêvila xwe ya Kurdewarî asimîle kirîye.
Em vê helwesta wî protesto dikin û rojekê bêvilên xwe paqij nakin.
Bijî bêvilên resen..(!)
Bi sala ye Sofî Emer ê reben,
Bi duayê Derwêşan û bi tirrê gamêşan bi zorê ji xwere îmajek sempatîk peydakir.
Ev teyrê han hatîye bi ser îmaja wî de zelq kir.
Keda Sofî berhewa kir.
Hunermendo!
Bi ezberkirina stranên Kurdî tu nabe hunermendekî Kurdistanî...
Dema li gel stranên te,zimanê te yê rojane jî bû bi Kurdî;wê demê tu,hunermendekî Kurdistanî ye...
Ji bo şehid HUCAM
Ho Can!
Rûyê te helbeste
Awirên te şefaqete
Sekna te esalete
Ciyê te bihuşte,cennete…
ji bo me seqa dikin
Kêr li destên hovin
Ew nizanin em na mirin
Em Çiyane gul û tovin
.......
Mesha mezin mesha pîroz
jibo Dewletbûn jibo azadî
Yan Kurdistan yan nemane weha gotîye Barzani
Ala rengin di destê Pêşmergên Kurdistani
Serle��ker û qehramane rêberê me ye Barzani.
Sala 1982 meha Gulanê,dema tabûta Ferhat Kurtay derbasî Qoserê bû min ev stran çêkir.Sala 1988 li Hollanda bi piştgirîya Komela me Koç-Kak me tomar kir û 300 kaset derxist û heta destê me gihayê me belavkur.Vê dawîyê Mihemed Şah,Beytocan û hozan Reşo jî xwendin.Mafê wê
Dewlet;jibo milletan û welatan,amûreke rêveberî û parastinê ye.
Milletê bê dewlet,mahkûmê bindestîya milletên xwedî dewletin.
Redkirina dewletê,pejirandina bindestîyê ye.
Dever a Çoman/Kurdistan
Min şeh bikra bi şehê darînî evîndarê zulfan im ez
Min bihona bi tilyên zeytûnî nexweşê bê lokman im ez
Min bida ber gulên beybûnî gulfiroşê bê bostan im ez
Sermest û gêjim ji rengê efsûnî bi êş û fîxan im ez
Kevir û kuçik bi ser me de bibarin,teyrok û bahoz bi ser zevîyên me de werin jî,ne xema dîndar û sosyalistên me ye.Lê dema baranek bi ser zevîyên xelqê de were,xwe li ber wê baranê şil û pil dikin.
Biratîya gelan û biratîya ometan;
gotinên xweşin.
Mixabin ew gel û omet ji Kurda heznakin û nokerên dewletên xwe ne.
Bi biratîya Kurda dakevin meydanê;
emê jî bi we re bin...
MUSTAFA BARZANI.
Pûk û berff û bahoze çîyayê Agirî ye
Volkan û ar û koze nobedarê Xanî ye
Siwarê hespê boze li kêleka Qazî ye
Şervan û peşmerge ye Mustafa Barzani ye
Bavê Idris nemire li dîrokê zindî îye
Rêbazek nû ava kir jibo me ronahî ye
Li hember zilmê rabû lawê Kurdistanî
Me îro li bajarê Purmerend,bi amadekarîya Lijneya Navçeya Hollenda,bi munasebeta 44 salîya koça dawîn,Bavê Netewa Kurd yad kir.Hezar silav li gyanê pak û paqij be.
Ji bo mazûvantîya birêz
@Bradermusiki4
em spas dikin.Em gelekî kêf xweş bûn em hinekî li ser muzîka wî peyivîn,demek gelek têr û tije bû spas dikim ji bo her tiştî🌺❤️
Nebin kole û mirîdên ideolojî û terîqetan
Bibin derwêş û rewşenbîrên heqîqetan
Bi aqilê netewî tev bigerin mîna milletan
Welatê xwe rizgarkin têkevin rêza
Dewletan
.....
Ez û hafiz hecî Şêxmûs Şêxanî
1-Amedspor:
Hûn rastîyê bixwazin,sporê zêde na şopînim.Dema li hev rast were,lîstikên WK û UEFA dişopînin.Û hew!
Lê...
Ji hezkirîyên Amedspor peyam ji minre tên.
Dixwazin ez stranekê jibo Amedspor çêkim.
Bersîvamin yekser:
"Law ma ez Emînê Erbanîme?" bû.
Dûra hinek fikirim"ma
Îro bi derhênerîya Cengo Şerif me karê kilîpa strana KOBANÊ qedand.
Di demek nêzîk de,ezê ji bo we,li ser kanala xwe ya you tube brader musiki offisial parve bikim.
Erdhejek dibe,can diçe,mal diçe,xan hildiweşin,bajar wêran dibe.
Lê navê bajar xera na be.
We mîvanên xwe,xuşk û birayên xwe qetil kir û navê Nisêbîn a rengîn xera kir.
We em hemî kuştin.
Xweda bela xwe bide we.
Buyera ku li Paris ê rû daye,bi tûndî şermezar dikim.Kesên canê xwe ji dest dane ruhê wan şad be.Ji birîndaran re şîfa dixwazim.Gereke Kurd neyên provakasyonan li Parisê.Armancek wan yek jê ewe kû girse ya Kurdan li Fransa terorîze bikin.
BÊHNA SÊVAN
Bêhnek xweş belav dibû li nav bêhna zarokên me.
Bêhna sêvên Hollandi belav dibû li kolanên Halabçe.
Sêvên Elststar,Jonagold û Holand-appel.
Di weşîyan xwarê li kolanên Halebçe.
5 hezar;zarok,kal û pîr û Kurdên hejar,li ser axa sar...
Li welatê çar perçe û sîtembar.
Kürdistan bayrağı Avrupa Parlamentosu’nda
☑️Süleymaniyeli gençlerden oluşan folklor grubu, Avrupa Parlamentosu’nda Kürdistan bayrağı ile halay çekti. Gösteri, Avrupa Parlamentosu tarafından organize edildi. /K24/